Dadgehê îtiraza Ozgur Ozel red kir
Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, liberrabûna (îtiraz) Navenda Giştî ya CHPyê ya li dijî biryara tedbîrê ya li ser Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an a CHPyê red kir.
Rakirina biryara tedbîrê tê wê wateyê ku Ozgur Ozel û birêvebiriya wî di pêvajoya Yargitayê de jî li ser serê CHPyê bimînin.
Lê bi redkirina liberrabûnê re ev eger ji holê rabû.
Piştî biryara “betalkirina teqez” a Dadgeha Herêmî ya 36an a Enqereyê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihandibû ku wan ji bo biryarê bibin Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û Yargitayê serlêdana îtirazê kiriye.