Erdogan bi Serokê MÎTê re civiya

Navenda Nûçeyan – Erdogan bi Serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê bi Serokê Saziya Îstîxbarata Niştîmaniya Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya.

 

Piştî hewla darbeya Leşkerî ya şeva 15ê Tîrmehê ev cara yekemîn e ku Erdogan bi Hakan Fîdan re dicive.

 

Civînê li Koşka Serokatiya Tirkiyê li Beştepe ya Enqerê dest pê kiriye û heta niha berdewam e.