Li Îzmîrê hilweşandina keştiya şer a Brazilî rê li ber bertekan vekir

Îzmîr (Rûdaw) - Li Tirkiyê li hemberî biryara hilweşandina keştiya şer a balafirhilgir a Brezîlyayê ya bi navê Nae Sao Paulo, bertek û nerazîbûn berdewam dikin. Biryar e ku li navçeya Aliaga ya bajarê Îzmîrê, li tesîseke taybet ya hilweşandina keştiyan keştiya şerî ya Brezîlî bê hilweşandin. Lê ji ber îdiaya ku di keştiya kevin de derdora 900 ton madeya kanserojen asbest heye û ev yek wê bandorên neyînî bide ser tendirustiya civakê û sîstema ekolojîk ya herêmê saziyên tendirustî û jîngehparêziyê bu tundî li dij derdikevin. Her çiqas Wezareta Hawirdor ya Tirkiyê û Kompanyaya taybet didin zanîn ku di keştiyê de bes 9 ton asbest heye jî, ev yek xelkê herêmê razî nake. Tîma me ya Stenbolê, ji bo di cih de bibîne çû nav wê tesîsa taybet ku keştiyên mezin tê de tên hilweşandin û guh da Pisporên babatê û nêrîna xelkê.

Dengê bertek û nerazîbûnan li nav Meydana Demokrasiyê ya navçeya Aliagaya bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê bilind dibin.

Sazî, înîsîyatîf û komeleyên mafên mirovan û jîngehparêziyê ji bo keştiya şerî ya balafirhilgir ya Brezilyayê ya bi navê Nae Sao Paulo, li navceya Aliagayê li tesîseke taybet ya hilweşandina keştiyan neyê hilweşandin dest bi çalakî û protestoyan dikin.

Biyolog Ozgul Çaglar got "Ev keştî li Fransayê beşdarî tetbîqatên nukleerî bûye. Niha her kes behsa asbestê dike lê, bes asbest na, gelek bermahiyên jehrî yên wek qurşûn û aku hene ku dibe sedema mirina mirovan. Bi taybetî ji bo zarokan gelek xeternak e. Her wiha wê cureyên biyolojîk jî zirarê bibîne. Wê bandora bermayîyan bandorê bide ser hawirdora me jî."

Endama Forûma Yeni Foçayê Forum Nermin Korkmaz dibêje "Ez pir bi hêrs im. Lewra rêveberên herêmî û desthilatdar vê yekê kirin bela serê me. Niha Rêveberiya herêmî û desthilat rê dide vê yekê."

Sedema nerazîbûnan jî ev e, ji ber îhtimal û îdiaya ku di keştiya şerî de derdora 900 ton madeya kanserojen asbest heye. Li gorî pisporan wê bermahiyên bi zirar, nexweşîn û nukleerî zirar, ziyan û bandorên neyînî bide ser tendirustiya civakê û wê sîstema ekolojîk ya herêmê jinav bibe.

Endezyarê Kîmyayê Prof. Dr.Ertugrul Barka diyar kir "Ev keştî bi temamî bermahiyên xeternak e. Li gorî Konvansiyona Baselê; veguhestin, gerandin, dewirkirin û bazirganîya bermahiyên xeternak qedexe ye. Tirkiye jî alîgirê vê peymanê ye. Ji ber ku ev keştî radyoaktîf belav dike û asbest heye, jixwe bi awayekî yasayî têketina wê ya bo Tirkiyê ne mimkun e."

Kompanyayeke taybet ya Tirkî di sala 2021an de di encama îhaleyê de karê hilweşandina keştiya Brezîlî wergirtibû. Niha ew kompanî û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ya Tirkiyê li ser bertekên ku di keştiyê de 900 ton asbest heye daxuyanî dan û ragihandin ku di keştiyê de bes 9 ton asbest heye û hilweşandina keştiyê li gorî rêzik û standardan e.

Li kendava Nemrut ya Aliagaya Îzmîrê, li ser qadeke 380 hezar metresêcar, 25 heb tesîsên hilweşandina keştiyan heye û salawext derdora 900 hezar ton keştiyên xurde tên jinavbirin û hilweşandin.

Li van tesîsên taybet de, di nav de Karkerên Kurd derdora 1.500 karker di şert û mercên dijwar de dixebitin.  Li gorî amarên Yekîtiya Karkerên Egeyê, di 10 salên dawî de herî kêm 70 karker ji ber ku ewlehî û tevdîrên kar nehatiye girtin canê xwe ji dest dane.

Berdevka Yekîtiya Karkerên Herêma Egeyê Sonay Tezcan ragihand "Herêmên hilweşandina keştiyan cihên gelek xeternak in. Lewra qezayên kar pir çêdibin û karker rastê radyasyon, asbest û bermahiyên jehrî dibin. Li vê derê tevdîrên ewlehî û tendurustiya kar ji bo karkeran nayê girtin. Ekîpman û cilên kar ji bo karkeran nayê dayîn. Ji loma jî karker ji bo hilweşandina keştiya Sao Paulo bi endîşe ne."

Li gorî pisporan, asbest mineraleke kanserojen e û bi saya bayê di hewayê de belav dibe û di mirovan de sove sesema penceşêra kezebê. Tirkiye di sala 2010an de hilberandin û bikaranîna asbestê qedexe kiribû.

Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay "Ev keştîyekê kirêt û a mirinê ye. Welatên emperyalist plansazî dikin ku xwe ji vê bermayîyê rizgar bikin. Ji loma jî ew li welatên xwe na, li welatên wek Tirkiye, Hindistan û Pakistanê didin jinavbirin."

Keştiya Fransî ya bi navê Clemencea ku wek cêwiyê keştiya Nae Sao Paulo tê binavkirin, di salên borî de li bendera Aliaga hatibû hilweşandin û tê de 760 ton asbest derketibû.

Li gorî pispor û saziyên tendirustî û jîngehparêziyê, ger ew keştiya şerî ya bi navê Sao Paulo, li bendera Aliağa ya İzmirê bê hilweşandin, wê ev yek gelek bandorên neyînî bide ser tendurustiya civakê û hawirdora Herêma Egeyê. Ji loma jî ew daxwaza betalkirina vê biryarê dikin û amadehî dikin li hemberî vê hin rêzeçalakiyan lidar bixin.