Li Antalyayê agir bi hotêlekê ket: 2 geştyaran Lubnanî canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê li Tirkiyeyê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi hotêleke butîk ket û di encamê de 2 geştyarên Lubnanî canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Rewşa tendirûstî ya birîndarekî giran e.
Bûyer îro li Kolana Hesabçi ya Taxa Barbaros a Muratpaşa qewimî.
Piştî dûkel ji hotêla butîk a duqatî bilind bû, tîmên Berevaniya Şaristanî, polîs û tîmên tendirûstîyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Piştî midaxeleya tîmên Berevaniya Şaristaniyê agir hat kontrolkirin. Di bûyerê de 2 geştyarên Lubnanî bi navên Dory Mohamma Viviane Saad canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne, herwiha rewşa birîndarekî jî giran e.
Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Geştyarên birîndar xelkê welatên Norweç, Danîmarka û Hollanda û welatiyên bi esil xelkê Tirkiyê bûne ku ji Ewropayê bi serdan hatine wî welatî. Lê li gor hinek çavkaniyan 12 kes birîndar bûne.