Hakan Fîdan: Eger bêîstiqrarî bidome em dê midaxeleyî Sûriyeyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rewşa Sûriyeyê got, "Heger hûn ber bi bêîstîqrarî û parçebûnê ve biçin, em dê midaxele bikin."

Fîdan her wiha got, “ Îsraîl dixwaze Sûriyeyê parçe bike”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîra Karên Derve ya El Salvadorê Alexandra Hill li Enqereyê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Hakan Fîdan bal kişand ser bûyerên li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê û got, "Îsraîla ku naxwaze li derdora wê dewleteke biîstîqrar hebe, dixwaze Sûriyeyê parçe bike."

Fîdan destnîşan kir ku Îsraîl polîtîkayeke wisa dimeşîne ku dixwaze herêma xwe lawaz bike û di nava kaosê de bihêle.

Fîdan di axaftina xwe de amaje bi komên li Sûriyeyê kir û got, "Heger hûn ber bi bêîstîqrarî û parçebûnê ve biçin, ev dê ji bo ewlehiya me ya neteweyî bibe gef û em dê midaxele bikin."