Gavên dawî ji bo komîsyonê: Trafîka dîplomasiyê berdewam dike
Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê damezrandina komîsyona parlamentoyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê ber bi qonaxa dawî ve diçe.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, berî ragihandina fermî ya komîsyonê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş dê hevdîtinên xwe yên dawî pêk bîne.
Tê payîn ku Numan Kurtulmuş roja çarşemê bi DEM Partiyê re bicive.
Her wiha roja pêncşemê jî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dê hem bi Numan Kurtulmuş hem jî bi Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re bicive û piştî van hevdîtinan komîsyon bi awayekî fermî were ragihandin.
DEM Partî amade ye û nav diyar kirine
Ji bo beşdariya komîsyonê aliyê herî amade DEM Partî ye.
DEM Partiyê navê 3 endamên xwe yên ji bo komîsyonê ragihandine.
Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç û Cengîz Çîçek dê li ser navê partiyê xwe di komîsyonê bixebitin.
Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li ser mijarê got, “Birêz Serokê Parlamentoyê dê çend hevdîtinên dawî bike û ez wisa texmîn dikim ku herî dereng hefteya bê dê komîsyon bi fermî were ragihandin.
Heta niha ti pirsgirêk nîne. Komîsyon dê bê avakirin û hûn dizanin dan û standinên cidî hene û ew dê berdewam jî bikin.”
CHP: Em dixwazin avaker bin
Berdevkê CHPyê Denîz Yucel jî amadebûna partiya xwe ya ji bo komîsyonê anî zimên û wiha got:
“Partiya Komarî ya Gel (CHP) dixwaze di nav vê komîsyonê de cihê xwe bigire.
Ev yek nayê wê wateyê ku em dê bê şert û merc beşdarî komîsyonê bibin.
Niyeta me ew e ku em avaker bin û sûdê bidin komîsyonê. Em her dem parastvanên aştî û demokrasiyê bûn.“
Partiya Paşerojê: Divê pirsgirêk li parlamentoyê çareser bibe
Hat diyarkirin ku ji bilî ÎYÎ Partiyê, aliyên din ên mixalefetê amade ne tevlî komîsyonê bibin.
Avakirina komîsyonê wekî zemîneya herî meşrû ya ji bo pêvajoya çareseriyê tê dîtin.
Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Aytaç Aydin li ser girîngiya komîsyonê wiha got:
“Eger bixwazin li Tirkiyeyê ev pirsgirêk çareser bibe, komîsyona parlamentoyê gelekî girîng e.
Eger pirsgirêk li parlamentoyê çareser bibe êdî problemên wisa çê nabin.
Pirsgirêk pêwîst e bi saziyên sivîl, saziyên dewletê û parlamentoyê çareser bibe. Eger wisa be dê bingeha çareseriyê jî mezintir bibe.”
Tê payîn Parlamentoya Tirkiyeyê heta 1ê Çiriya Pêşîn bikeve behvendanê lê komîsyon dê di dema bêhnvedanê jî de karên xwe bidomîne.