Sezaî Temellî: PKKyê gav avêt, dor a parlamentoyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Sezaî Temellî ragihand ku komîsyona parlamentoyê ya ku tê payîn di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bê avakirin, dê di demeke kurt de bi awayekî fermî dest bi kar bike.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî serdana Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin a ji bo partiya wan wekî "samîmî û erênî" bi nav kir û da zanîn ku dê serdanên Îmraliyê ji nû ve dest pê bikin.

SezaîTemellî bû mêvanê Rûdawê û li ser pêvajoya çareseriyê, komîsyona nû ya parlamentoyê û rojeva siyasî pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Vebûna kanalên diyalogê

Temellî diyar kir ku Serokê MÎTê Kalin agahî daye hemû partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene û wiha got:

“Hevdîtineke samîmî û girîng bû. Em dê li ser naveroka wê daxuyaniyê nedin lê erênî derbas bû.

Jinûvedestpêkirina diyalogan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e.”

Temellî bal kişand ser wê yekê ku ev hevdîtin "cara yekem e ku bi burokrasiya dewletê re di asta fermî de pêk tê" û girîngiya vebûna kanalên diyalogê destnîşan kir.

Dibe ku komîsyona parlamentoyê vê hefteyê bicive

Temellî diyar kir ku bi xebatên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re pêvajoya avakirina komîsyonê temam bûye.

Temellî her wiha anî ziman ku komîsyon dê ji nêzîkî 35 endaman pêk were û dibe ku vê hefteyê civîna xwe ya yekem li dar bixe.

Temellî got, "Dibe ku roja înê civîn çêbibe. Eger înê çênebe jî dê teqez di hefteya bê de bicive.

Parlamento bikeve betlaneyê jî, dê komîsyon xebatên xwe bidomîne û heta 1ê Cotmehê dê erka xwe ya amadekariya yasayî bi cih bîne."

"PKKyê gav avêt, dor a parlamentoyê ye"

Temellî da zanîn ku gava PKKyê ya 11ê Tîrmehê pêvajoya çareseriyê leztir kiriye û destnîşan kir ku piştî vê gavê parlamento ketiye tevgerê û komîsyon ketiye rojevê.

Temellî ragihand ku rojeva sereke ya komîsyonê dê “garantiyên hiqûqî û siyasî yên pêvajoya çekdanînê” be û ev tişt anîn ziman:

"Di qonaxa yekem de, dê derbarê mafên hiqûqî û siyasî yên kesên ku çekan datînin de sererastkirin bên kirin.

Piştî ku ev qonax bi dawî bibe, ji bo berdewamiya pêvajoyê dibe ku gavên nû bên avêtin."

"Serdanên Îmraliyê ji nû ve dest pê dikin"

Temellî da zanîn ku dê serdanên şandeyê yên ji bo Îmraliyê dest pê bikin û got:

“Şandeya me dê biçe giravê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.

Piştî hevdîtinê dê ji bo ku hatûçûna şandeyê bi awayekî birêkûpêk be nirxandin were kirin.”

Temellî her wiha got ku partiya wan dixwaze di asta Lijneya Birêvebir a Navendî de serdana Ocalan bike û ji aliyên cuda jî daxwazên bi vî rengî hene û ew li bendê ne ku dewlet pêvajoya serdanan bi rêk û pêk bike.