DEM Partiyê bersiv da Serokê BBPyê

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî bersiva îdiayên Serokê BBPyê Mustafa Destîcî û got, "Em partiya xwe fesih nakin."

Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku dê DEM Partî xwe fesih bike û ev pêvajo dê ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar be.

Destîcî gotibû, "Ne tenê PKK lê PJAK a li Îranê, HSD, PYD û YPG yên li Sûriyeyê jî dê xwe fesih bikin.

Ji ber ku DEM Partî partiya PKKyê ye, ew jî dê were fesihkirin û partiyeke nû were avakirin."

DEM Partiyê li hemberî van gotinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û îdiayên xwefesixkirinê red kirin.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku partiya wan bi dayîna berdêlên giran û bi têkoşîneke bê navber gihîştiye vê rojê û got:

"Armanca me pêkanîna aştiyê û avakirina demokrasiyê ye ji bo 86 milyon welatiyan."

DEM Partiyê bangî wan aliyan kir ku derbarê DEM Partiyê de îdiayên xwefesixkirinê belav dikin û got:

"Êdî dev ji wê yekê  berdin ku hûn bi derew, şêwandin û bêbextiyan hewl didin rê li ber me bigirin.

Em partiya xwe fesix nakin. Em li cihê xwe ne û meşa me bi biryardarî berdewam e. Em dê ti carî paş de gav neavêjin.”

DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

"Şîreta me ji bo we ev e, nebin berdevkê dijminatiya Kurdan, şerxwaziyê, gotinên nefretê, nîjadperestiyê û zîhniyeta şerê taybet, bibin berdevkê aştî û demokrasiyê.”