Li Marmarisê agirê daristanê di roja duyem de hat kontrolkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Marmarisê ser bi parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê agirê daristanê di roja duyem de piştî 19 demjimêran vê sibê hat vemirandin û kar û xebatên sarkirinê berdewam in.
Parêzgarê Muglayê ragihand ku agirê daristanê yê li Marmarisê di roja duyem de hatiye kontrolkirin û dest bi kar û barên sarkirinê kirine.
Doh 21ê Îlona 2022ê li navçeya Marmarisê ser bi parêzgeha Muglayê agir bi daristanê ketibû û bi beşdarbûna 714 karker, 83 makîneyên vemirandina agir, tankêrên avê û 5 makîneyên kar û hejmarek makîneyên TOMAyê yên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Daristanê midaxeleya agir heta demjimêrên dereng ên şevê jî berdewam kiribû.
Ji asman jî bi 14 firoke û 35 helîkopteran kar û xebatên vemirandina agir hatin kirin. Herwiha agir ji ber bayê bi hêz berfireh bûbû û midaxeleya ji asman û bejahî jî heta sibeha 22ê Îlonê berdewam kir.
Li gor agahiyan kesekî bi navê M.Y yê 85 salî ku li herêmê meşvan e, bi îdîaya bûye sedema agir hatiye desteserkirin.
Doh 21ê Îlonê di dema kar û xebatên vemirandina agirê Marmarisê de helîkopterek berî ku bigihe cihê bûyerê li nêzîka navçeya Çaldakê ser bi parêzgeha Denizli ketibû xwarê û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.