Balikesîr û Deryaya Egeyê hejiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhejeke bi hêza 4,9 pîleyan çêbû.

Her wiha li Deryaya Egeyê jî erdhejeke bi hêza 4,8 pîleyan rû da.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), li navçeya Sindirgiyê ya Balikesirê saet 00:05an erdhejeke bi hêza 4,9 pîleyan çêbûye.

Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Balikesirê Îsmaîl Ustaoglu li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî erdhejê AFAD û saziyên pêwendîdar bi hemû tîmên xwe dest bi şopandina qadê kiriye û got:

"Xebat didomin. Heta niha rewşeke neyînî nîne. Ti agahiyeke neyînî nehatiye ji me re.”

Deryaya Egeyê jî hejiya

Li Deryaya Egeyê jî erdhejeke bi hêza 4,8 pîleyan rû da.

AFADê ragihand ku saet 04:19an li Deryaya Egeyê jî erdhejeke bi hêza 4,8 pîleyan çêbûye.

Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 8,99 kîlometre ye.