Deryaya Spî hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej saet 05:45an çêbûye.

Hat diyarkirin ku erdhej 20,10 kîlometreyan dûrî navçeya Ortacayê ya Muglayê ye.

Her wiha kûrahiya wê jî 34,46 kîlometre ye.