Li Hatayê agir bi avahiyeke 7 qatî ket: 2 mirî, 14 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belenê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi avahiyeke 7 qatî ket.
Di şewatê de 2 kes mirin û 14 kes jî ji dûxanê bi bandor bûn.
Li gorî agahiyan, şewat di kargeha firotin û temîrkirina otomobîlan a li qata zemînê ya avahiyê de, ji ber sedemeke nediyar derketiye.
Agir di demeke kurt de geş bû û dûxanê hemû avahî girt.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirand lê di şewatê de 2 welatî mirin.
Tîmên tenduristiyê 14 kesên ku ji dûxanê bi bandor bûbûn rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Piştî bûyerê, Qeymeqam û Şaredarê Belenê li cihê bûyerê û avahiya ku şewat lê derketibû lêkolîn kir.
Lêpirsîna derbarê sedema şewatê didome.