Roj Gîrasun: Dengderên Kurd dê bersiva CHPyê bidin

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun li ser biryara CHPyê ya neçûna Îmraliyê got, “Dengderên Kurd dê li hemberî vê helwesta CHPyê bê bersiv namînin.”

Helwesta Partiya Gel a Komarî (CHP) ya li dijî çûna Îmraliyê lii Wanê bû sedema nerazîbûna welatiyan.

Şeva borî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hinek welatî çûn avahiya CHPyê.

Welatiyan tabloyên partiyê jê kirin û ew xistin bin lingan.

"Em CHPyê naxwazin"

Welatiyan nerazîbûn nîşanî helwesta CHPyê ya li hemberî ziyareta Komîsyona parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re da.

Niştecihekî di çalakiyê de got, “Di demekê de ku AK Partî, MHP û DEM Partî piştevaniya Tirkiyeya bê teror dikin, em CHPyê ku piştevaniyê nake li Wanê naxwazin."

Ozdag pîrozbahî li Ozel kir

CHPyê bi helwesta xwe DEM Partî û Kurd aciz kir lê dilê nijadperest û dijberên pêvajoyê xweş kir.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag pîrozbahî li Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel kir û got:

"CHPyê ragihand ku ew dê neçe Îmraliyê. Ez ji ber vê yekê birêvebiriya CHPyê pîroz dikim.

Bi baweriya min divê pêngava duyem jî vekişîna ji Komîsyonê be."

"Dengderên Kurd bê bersiv namînin"

Birêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun ji Rûdawê re mijar nirxand.

Roj Gîrasun bi bîr anî ku di hilbijartinên borî de dengderên Kurd piştgirî dabû CHPyê û got:

"Em dibînin ku piştî vê pêvajoya nû CHP xwe ji pêvajoyê dûr dixe.

Lê em dibînin hem dengderên Kurd hem jî siyasetmedarên Kurd bertekan nîşanî CHPyê didin.

Wekî sedem jî dibêje AK Partî û MHP di vê pêvajoyê de ne ji dil in û mixatabê vê meseleyê ne Abdullah Ocalan e û em dê vê meseleyê li parlamentoyê çareser bikin.

Dengderên Kurd li hemberî vê helwesta CHPyê bê bersiv namînin."

Parastina CHPyê

Li hemberî van rexneyan, berpirsên CHPyê didin zanîn ku beşdarnebûna di ziyareta Îmraliyê de nayê wateya dijberiya çareseriyê.

Rayedarên CHPyê dibêjin ku ew dê xebatên xwe yên di Komîsyona de bidomînin.