Heyeta Îmraliyê sibe bi Wezîrê Dadê û Serokê Parlamentoyê re dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), sibe (23yê Kanûna Pêşîn) bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re dicive.
Hûrgiliyên hevdîtinên ku dihat payîn di navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û rayedarên Enqereyê de bên kirin zelal bûn.
Civîna li Wezareta Dadê
Li gorî bernameyê, endamên heyetê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol sibê diçin Wezareta Dadê.
Civîna şandeyê ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re dê saet 10:30î dest pê bike.
Hevdîtina li Parlamentoyê
Piştî civîna li Wezareta Dadê, heyet dê derbasî Parlamentoya Tirkiyeyê bibe.
Bevdîtina bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re jî dê heman rojê saet 12:30î were kirin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê îro jî bi CHP û EMEPê re rûne.