TÎP tevlî Komîsyonê nabe: 'Rêbaz ne demokratîk e'

Hewlêr (Rûdaw) -  Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ragihand ku ew beşdarî civîna nivîsandina rapora "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" nabe.

Sibe dê hemû endamên partiyan bên guhdarkirin û koma nivîsandina raporê dest bi rapora hevpar a komîsyonê bike.

Parlamenterê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik bi daxwaznameyekê biryara partiya xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.

Ahmet Şik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî biryar parve kir û got:

"Rêbaza kar û xebatên Komîsyona parlamentoyê ne demokratîk e û beşdariya piralî bin pê dike."

"Biryar hatiye guhertin"

Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku di civîna dawî ya Komîsyonê de biryar hatibû dayîn ku ji bo rapora hevpar nûnerên hemû partiyan di koma xebatê de bin.

Lê belê hat diyarkirin ku ev biryar hatiye guhertin û nivîsandina rapora hevpar dê tenê ji aliyê nûnerên partiyên ku koma wan a parlamentoyê heye ve were kirin.

"Em tevlî civîna sibe nabin"

Hat destnîşankirin ku TÎP ji bo civîna roja sêşemê hatiye vexwendin da ku nêrîna wan bê guhdarkirin.

TÎPê ragihand, ji ber ku ew rêbaza nivîsandina raporê demokratîk nabînin ew dê tevlî wê civînê nebin.