Enqere (Rûdaw) - Taştê danê herî girîng ê xwarinê ye. Gelek caran doktor û şareza behsa giringiya taştê ya ji bo tenduristiyê dikin. Her civakek, her neteweyek li gorî berhemên xwe û çanda xwe, taştêya xwe dikin, lê di salên dawî de ji ber nebûna demê êdî taştê weke berê li malê li ser sifreyan nayê kirin. Li Enqerê festîvaleke balkêş heye, armanca festîvalê ew e ku careke din çanda taştê were zindîkirin.
Peywediyeke çanda gelan û civakan bi taştê heye. Di nav hersê danên xwarinê yên sereke de herî zêde taştê di derbarê jiyan û berhem û çanda gelan de zanyariyan dide. Li Tirkiyê gelek caran şareza û zanayên xwarinê û heta doktor hişyarî didin û dibêjin taştê destpêka rojeke aram e ji bo giyanê mirov.
Zanayê xwarinê Mahmut Ardali ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo jiyaneke tendirust xwarina taştê gelek girîng e. Kesê ku serê sibê taştêyeke baş bixwe, bandora wê li ser jiyana rojane gelek baş dibe, bi taybetî kesên nexweş û temendirêj li kêleka, penîr, mast, hingiv û hêkan, lazim e giringiyê bi zeyt û zeytûnan jî bidin.”
Li Enqerê festîvalek ji bo berhemên ku taştê tên xwarin bi rê ve diçe. Di festivalê de hem bi panel û konferansa behsa giringiya taştê tê kirin û hem jî çandên cuda cuda taybetiyên taştêyên xwe nîşan didin.
Bazirgan Xelîl Erçîn diyar kir: “Hingivîn di taştê de gelek girîng e. Ji bo gelek nexweşiyan jî derman e. Hinavên mirov paqij dike û gelek fêyda hingîvinî heye.”
Yek ji welatên beşdar di vê festîvalê de jî Ukrayna ye, doktoreke Ukraynî jî dibêje di van salên dawî de gelek dezgehên fermî jî bi kampanyayên cuda cuda hewl didin ku giringiya xwarina serê sibê ji xelkî re bidin zanîn.
Doktor Nataliya Ablazova ji Rûdawê re destnîşan kir: “Em li Ukraynayê gelek giringiyê bi xwarina taştê didin. Lê serê sibê em tenê mast û penîr û hêkan naxwin heman demê em ji garis û genimê qelandî, pelavên cuda cuda çêdikin û ev jî çanda me ye.”
Wezaratên tenduristî û perwerdê yên Tirkiyê jî bi kampanya û xebateke hevbeş li dibistanan hewl didin ku zarok û malbat zêdetir giringiyê bi taştê bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse