Nav û birêvebiriya DEM Partiyê dê bên guherin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên "pêvajoya nû ya çareseriyê" didomin.
Tê îdiakirin ku DEM Partî amadekariyê dike ku di şêwaza xwe ya siyasî û pêkhateya xwe ya saziyî de guhertineke bingehîn bike.
Li gorî îdiayan, ji navê partiyê heta peyrewa wê, ji pêkhateyên wê heta kadroyên wê guhertineke berfireh çêbibe.
Li gorî zanyariyên ku di Haberturkê de cih girtine, DEM Partiyê ji bo ku "li gorî ruhê pêvajoyê û qonaxên yasayî tevbigere" biryara nûbûnê daye.
Piştî pejirandina rapora Komîsyona Parlamentoyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin, guhertina nav û peyrewa partiyê di rojevê de ye.
Di navê nû de balê dikişînin ser "Komara Demokratîk"
Tê îdiakirin ku bi guhertina nû re dê di navê partiyê de teqez têgeha "Komara Demokratîk" cih bigire.
Bi vê pêngavê tê armanckirin ku naveroka têgeha "Komarê" bi demokrasiyê were dagirtin. Her wiha tê xwestin ku zanist û siyaseta demokratîk bi temamî cihê çekan bigirin.
Tê destnîşankirin ku partî dixwaze bi vê vîzyonê di rêya "partiya Tirkiyeyê" de xîtabî girseyên berfirehtir bike.
Siyaset di bin banekî de kom dibe: Dê KCD, HDK û DBP werin girtin
Yek ji guhertinên herî balkêş ên serdema nû dê modela komkirina li "bin banekî" be.
Di vê çarçoveyê de tê pêşbînîkirin ku sazî û partiyên wekî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) werin girtin ku bi salan e nûnertiya baskên cuda û pêkhateyên çepgir ên siyaseta Kurdan dikin.
Bi biryara birêvebirina hemû xebatên siyasî yên di bin banê partiyekê de, dê pêkhateyên çepgir jî bi navê vê partiya nû siyasetê bikin.
Her wiha dê rê neyê dayîn ku ew parlamenterên ku ji lîsteyên partiyê derbasî Parlamentoyê bûne, piştre derbasî partiyeke din bibin û rêya xwe bidomin.
Guhertina kadroyan û kongreya havînê
Tê pêşbînîkirin ku di birêvebiriya partiyê de jî guhertineke cidî çêbibe.
Her çend wekî teqez tê dîtin ku Hevserokê Giştî yê niha Tuncer Bakirhan dê li ser karê xwe bimîne jî, tê diyarkirin ku dê beşeke girîng a kadroyên desteya birêvebir û navendî werin nûkirin.
Tê plankirin ku ew kongreya mezin a ku dê vê veguhastina dîrokî ya di DEM Partiyê de tescîl bike, di mehên havînê de were lidarxistin.
Lê belê hat ragihandin ku dê salnameya kongreyê li gorî leza geşedanên derbarê pêvajoya çareseriyê de zelal bibe.