Erdogan: Pêvajo bi gavên saxlem ber bi armanca xwe ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Tevî yên ku ji terorê sûdê werdigirin jî pêvajo bi gavên saxlem ber bi armanca xwe ve diçe.”

Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser "pêvajoya aştiyê" ya li Tirkiyeyê.

Wî tekez kir ku ew dê vê stratejiyê “bi liberçavgirtina hestyariyên niştimanî bigihînin encamê.”

"Em dê pêvajoyê bigihînin cihê wê"

Erdogan diyar kir ku xelk xwedî li pêvajoyê derdikeve û got:

"Miletê me yê ezîz bi malbatên şehîdên me re, piştgiriyê dide wê pêvajoya ku em ji bo bidawîkirina terorê ya bi awayekî mayînde bi rê ve dibin.

Tevî yên ku ji terorê sûdê werdigirin jî pêvajo bi gavên saxlem ber bi armanca xwe ve diçe.

Em dê jî di çarçoveya meşrû de bimînin û bi nîşandana rêza herî zêde ya ji bo hestyariyên miletê xwe, înşelah em dê vê pêvajoyê bigihînin cihê wê."

Di kabîneyê de guhertina wezîfeyan

Erdogan behsa guhertina ku di nava hefteyê de di kabîneyê de hat kirin jî kir.

Wî bi bîr anî ku Mustafa Çiftçi bûye Wezîrê Karên Navxwe û Akin Gurlek jî bûye Wezîrê Dadê.

Erdogan spasiya Alî Yerlikaya û Yilmaz Tunç kir ku wezîfeyên xwe dewr kirin û ji wezîrên nû re serkeftin xwest.

Serokkomarê Tirkiyeyê got, "Em dê parastina hiqûqa xwe ya biratiyê bidomînin."

Hevdîtina bi Mitsotakis re

Erdogan behsa sefera dîplomasiyê ya di siyaseta derve de kir û hûrgiliyên hevdîtina bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re parve kirin.

Erdogan diyar kir ku wî daxwazên xwe yên ji bo parastina mafên kêmîneyên Tirk ên li Trakyaya Rojava bi temamî gihandine.

Erdogan her wiha got, "Em dixwazin qebareya xwe ya bazirganiyê ya bi Yunanistanê re ku gihîştiye 7 milyar dolarî, derxînin asta 10 milyar dolarî."

Erdogan destnîşan kir ku hevbeşiyên stratejîk ên bi Sirbistan û Etiyopyayê re kûrtir bûne.

"Zanîngeh ne herêmên îdeolojiyên marjînal in"

Erdogan bal kişand ser vekirina şevîman û laboratuvaran a li Zanîngeha Bogazîçiyê.

Erdogan diyar kir ku ew dê rê nedin saziyên perwerdeyê bibin qadên şerê îdeolojîk wiha pê de çû:

"Zanîngeh ne herêmên rizgarkirî yên ti îdeolojiyeke marjînal in.

Ev der çi qas ên dewlemend û elîtan bin, ew qas jî ên zarokên şivanên xizan û karkeran in. Em dê serî li ber ferzkirinên zordaran netewînin."

Di warê tenduristiyê de armancên nû

Erdogan biryardariya xwe ya di mijara tenduristiya gel û têkoşîna li dijî girêdayîbûnê de jî anî zimên.

Erdogan diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê di saleke dawî de 302 navendên nû yên tenduristiya malbatê hatine vekirin.

Erdogan eşkere kir ku di 2025an de zêdetirî milyarek muayene hatine kirin.

Wî ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî cixareyê de hejmara polîklînîkên berdana cixareyê derxistine hezar û 300î û banga seferberiyeke civakî kir.