Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya bû dewlemendê herî mezin ê Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Forbesê lîsteya kesên herî dewlemend ên Tirkiyeyê eşkere kir.
Li gorî lîsteyê, xwediyê Chobaniyê karsazê Kurd Hamdî Ulukaya bi malê xwe yê bi qasî 13 milyar û 500 milyon dolarî di lûtkeyê de cih girt.
Murat Ulkerê di rêza duyem de ye xwediyê 5 milyar û 300 milyon dolarî ye.
Selçuk Bayraktarê ku cara ewil ket lîsteyê, bi 2 milyar û 700 milyon dolarî bû 10emîn kesê herî dewlemend ê Tirkiyeyê.
Forbesê lîsteya dewlemendên Tirkiyeyê nû kir.
Damezrînerê Chobaniyê Hamdî Ulukaya bi 13 milyar û 500 milyon dolarî di serê lîsteyê de cih girt.
Murat Ulker jî bi 5 milyar û 300 milyon dolarî di lîsteyê de li rêza duyem bi cih bû.
Selçuk Bayraktar ket lîsteyê
Serokê Desteya Birêvebir a Baykarê Selçuk Bayraktar îsal bi lez ket lîsteyê.
Bayraktar bi 2 milyar û 700 milyon dolarî bû 10emîn navê herî dewlemend ê Tirkiyeyê û bû yek ji navên herî balkêş ên lîsteyê.
Kesên herî dewlemend ên Tirkiyeyê bi dorê wiha ne:
- Hamdî Ulukaya: 13 milyar û 500 milyon dolar
- Murat Ulker: 5 milyar û 300 milyon dolar
- Şaban Cemîl Kazanci: 5 milyar û 100 milyon dolar
- Erman Ilicak: 3 milyar û 700 milyon dolar
- Ferîdûn Geçgel: 3 milyar û 400 milyon dolar
- Ferît Faîk Şahenk: 3 milyar û 100 milyon dolar
- Semahat Sevîm Arsel: 3 milyar û 100 milyon dolar
- Fîlîz Şahenk: 2 milyar û 900 milyon dolar
- Mustafa Rahmî Koç: 2 milyar û 700 milyon dolar
- Selçuk Bayraktar: 2 milyar û 700 milyon dolar