Deriyê Îbrahîm Xelîl bûye alternatîva herî giring a bazirganiya cîhanê
Mêrsîn - Bandora Şerê Îran - Îsraîl û Amerîkayê ya li ser aboriya cîhanê didome.
Bazirgan ji bo ku kel û pelên xwe bigihînin bazaran li dû rêyên nû digerin.
Di vê çarçoveyê de, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê wekî alternatîva herî diyar a veguhastinê derdikeve pêş.
Ji Bendera Mêrsînê ber bi Hewlêrê ve
Li Bendera Mêrsînê, barhilgiran berê xwe daye Deriyê Îbrahîm Xelîlê.
Mahmut Daşkiranê ku 50 sal in şofêr e, xwe amade dike ku barekî nû bigihîne Hewlêrê.
Şofêrê bi nave Mahmut Daşkiran ji Rûdawê re got, "Eger belgeyên me temam bin em di nava 2 rojan de digihin.
Lê carinan ji ber kêmasiya belgeyan rê 5 rojan dikşîne. Ji bo her seferekê, xerca şofêr û mesrefên din derdora 300 dolarî ne."
Girtina Hurmizê giringiya Tirkiyeyê zêde kir
Şer û girtina Tengava Hurmizê bazirgan neçar kirine ku rêyên nû peyda bikin.
Ji ber ku Kendav di nava krîzê de ye, rola Tirkiye û Deriyê Îbrahîm Xelîlê di bazirganiyê de xurtir bûye.
Xwediyê Şirketa Îmsan Lojîstîkê Mustafa Îmrak ji Rûawê re got, "Niha rewşeke tevlihev heye.
Telefonên me qet nasekinin, bazirgan tim li me digerin. Ji ber ku Hurmiz hatiye girtin, divê rêyeke nû were dîtin.
Rêya herî diyar a wekî alternatîf niha Tirkiye ye."
Xercên veguhastinê ji sedî 35 zêde bûne
Li gorî amarên Yekîtiya Kompanyayên Veguhastin û Lojîstîka Navneteweyî, rojane di navbera 2,400 û 2,600 barhilgir ji Deriyê Îbrahîm Xelîlê derbasî Herêma Kurdistanê û ji ser wir jî derbasî Îraqê dibin.
Ji ber bihabûna sotemeniyê, xercên veguhastinê ji sedî 35 zêde bûne.
Serokê Komeleya Kompanyayên Veguhastinê ya Mêrsînê Faruk Kizartici jî wiha got:
"Kirêya veguhastina baran di navbera 1,200 û 1,500 dolarî de ye. Mesrefên deriyê sînorî û xerca şofêran jî di navbera 600 û 700 dolarî de ne.
Dema em xwarin û vexwarinê jî lê zêde dikin, bi rastî ji bo şofêran tiştek namîne.
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê bihayê sotemeniyê gelekî bilind kiriye."
Niha her barhilgirek bi kirêya 1,200 heta 1,500 dolarî barên bazirganan dighîne Îraq û Herêma Kurdistanê.