Serokê CHPyê: Em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan amade ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ji destpêkê ve helwsêta wan a derbarê pirsgirêka Kurdan zelal e û got, “Em li ser pakêteke demokratîkbûnê ya ji bo çareseriya pirsa Kurd û avêtina pêngavên herî ciddî yên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê amade ne.”
Serokê CHPê Ozgûr Ozel doh di civîna koma partiya xwe ya li parlamanetoyê de behsa pêvajoya nû û çareseriya pirsgirêka Kurdan kir.
“Divê pirsgirêk li parlamentoyê were çareserkirin”
Ozgir Ozel amaje bi pêvajoya nû kir û got:
“Ev demek e di meseleya Kurdan de pêvajoyek dimeşe.
Em wekî Partiya Gel a Komarî ji destpêkê ve dibêjin divê ev mesele bi awayekî ji dil, şefaf û di çarçoveya lihevkirina civakî de li parlamentoya Tirkiyeyê bê çareserkirin.”
“Em ji bo pêngavên herî ciddî amade ne”
Serokê CHPyê da zanîn ku wan berê jî komîsyonek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan ava kiriye û wiha domand:
“Di vê mijarê de hevgirtineke me ya bi dehan salan heye. Jidilbûna me û hewldana me heye.
Me bi xwe komîsyona xwe ava kiriye û 10 hevalên me kar dikin.
Em li ser pakêteke demokratîkbûnê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û avêtina pêngavên herî ciddî yên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê amade ne.”