STENBOL - Nacî Gorur bersiv da: ‘Ma bila xelk here malên xwe?’

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur piştî erdheja Stenbolê bersiv da pirsên "Em bikevin malên xwe an na?"

Li navçeya Sîlîvriya Stenbolê îro saet 12:49an li nav Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.

Ev erdhej di nav xelkê Stenbolê de bû sedema tirs û xofeke mezin.

Xelkê Stenbolê li ser vê yekê ji Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur pirsî ka gelo bila ew bievin malên xwe yan na.

Nacî Gorur derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

"Heval ji min dipirsin ka em bikevin malên xwe yan nekevinê. Ji asîstana min re jî gelek pirs tên.

Bersiv ev e: Qet nekevin cihên ku saziyên fermî gotiye nekevin vê avahiyê.

Nekevin cihên ku ji aliyê saziyên fermî ve hatine mohrkirin.

Eger di mala we de qelş, derz hwd. hebin qet nekevinê.

Eger bi şev ji stûn û kêranên malê deng were nekevinê.

Eger di stûn û kêranan de teqandin, qelişandin û şikestin hebin nekevinê. Wekî din hûn dikarin bikevin mala xwe."