Parêzgariya Stenbolê li ser erdhejê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Stenbolê got, “Heta niha li ser rûxîna avahiyan ti agahî nehatine ji me re.”
Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû û bajarên li derdora Stenbolê jî hejiyan.
Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê li derdora Sîlîvriyê, li Deryaya Egeyê rû daye.
Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,92 kîlometre bûye û erdhej saet 12:49an çêbûye.
Li hêla din, îro saet 12:13an jî li heman deverê erdhejeke bi mezinahiya 3,9 pileyan çêbûbû.
Parêzgariya Stenbolê bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku li ser rûxîna avahiyan ti agahî neçûne ji wan re.
Parêzgariyê diyar kir ku tîmên wan li qadê di rewşa alarmê de ne û got, “Nêzîkî avahiyên xisardîtî mebin.”
Meydana gelen 6.2 büyüklüğündeki #deprem nedeniyle tüm birimlerimiz teyakkuz halindedir.
— TC İstanbul Valiliği (@TC_istanbul) April 23, 2025
An itibariyle herhangi bir yıkım ihbarı alınmamış olup ilgili birimlerimizin alan tarama çalışmaları devam etmektedir.
Vatandaşlarımızın sükunetini korumalarını ve hasar görmüş olabilecek…