Stenbol wekî dergûşê diheje, gelek erdhejên nû çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê 2 erdhejên din ên bi hêza 4,8 û 5,9 pileyan çêbûn.

Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû û bajarên li derdora Stenbolê jî hejiyan.

Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê li derdora Sîlîvriyê, li Deryaya Egeyê rû daye.

Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,92 kîlometre bûye û erdhej saet 12:49an çêbûye.

Li hêla din, îro saet 12:13an jî li heman deverê erdhejeke bi mezinahiya 3,9 pileyan çêbûbû.

AFADê diyar kir ku piştî vê erdheja yekem 8 erdhejên din çêbûne.

Gelek erdhejên nû

Li gorî AFADê, erdhejên ku îro li Stenbolê çêbûne û pile û demên wan wiha ne:

4,0 pile: Demjimêr 13:46

3,5 pile: Demjimêr 13:32

5,9 pile: Demjimêr 15:51

4,8 pile: Demjimêr 13:01

4,5 pile: Demjimêr 13:02

4,9 pile: Demjimêr 13:02

4,4 pile: Demjimêr 12:51

6,2 pile: Demjimêr 12:49

3,9 pile: Demjimêr 12:13