Li Tirkiyeyê torên civakî ji bo zarokan tên qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê yasaya ku gihîştina zarokên di bin 15 salî de ya ji bo platformên medyaya civakî qedexe dike pesend kir.
Li gorî yasaya nû, dabînkerên torên civakî nikarin xizmetguzariyan pêşkêşî bikarhênerên di bin 15 salî de bikin.
Ev dabînker mecbûr in tedbîrên pêvîst wergirin ku di nav van tedbîran de "piştrastkirina temen" jî heye.
Şeva çarşemê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, pêşniyaryasaya guhertina Yasaya Xizmetên Civakî û hinek yasayên din hat pesendkirin û bûn yasa.
Ev yasaya nû sererastkirina medyaya civakî û destûra jidayîkbûnê jî li xwe digire.
Bac û lîstikên înternetê
Di çarçoveya rêziknameya nû de, di Yasaya Bacê ya Şirketan de guhertin hatin kirin.
Li gorî vê, bexş û alîkariyên ji bo saziya "Darulaceze" (Mala Bêkesan) dikarin ji baca şirketan werin daxistin.
Her wiha di rêziknameyên weşana înternetê de pênaseyên mîna "lîstik", "belavkarê lîstikan", "pêşdebirê lîstikan" û "platforma lîstikan" ketin nav çarçoveya yasayê.
Benda "rakirina naverokê û astengkirina gihîştinê" ya ku berê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve hatibû betalkirin, ji nû ve hat sererastkirin.
Li gorî vê yekê, dabînkerên torên civakî nikarin xizmetê bidin wan zarokên ku 15 salên xwe temam nekirine û divê tedbîrên wekî piştrastkirina temen wergirin.
Ji bo zarokên ku 15 salên xwe temam kirine, dê xizmetên cuda werin pêşkêşkirin. Ev tedbîr dê li ser malperên şirketan werin weşandin.
Kontrola dê û bavan dibe mecbûrî
Her wiha dabînkerên torên civakî mecbûr in amûrên "kontrola dê û bavan" dabîn bikin.
Di nav van amûran de şopandina mîhengên hesabî, girêdana dan û standinên darayî bi erêkirina dê û bavan û şopandina dema bikaranînê hene.
Her wiha girtina tedbîran a li dijî reklamên xapînok jî bû mecbûrî.
Ew dabînkerên ku rojane zêdetirî 10 milyon serdanên wan ji Tirkiyeyê hene, divê di rewşên lezgîn de biryaran di nav saetekê de bi cih bînin.
Eger erkên xwe bi cih neyînin, qedexeya reklamê tê sepandin.
Eger binpêkirin berdewam bikin, cezayê kêmkirina qada bandê ya înternetê dê were sepandin.
Platformên lîstikan û nûneritiyên wan
Li gorî yasayê, erkên platformên lîstikan jî hatin sererastkirin.
Li gorî vê, platform nikarin lîstikên polênnekirî pêşkêş bikin.
Divê ew li gorî pîvanên temen ên herî bilind wan polên bikin û belav bikin.
Ew platformên ku navenda wan li derveyî welat e û rojane zêdetirî 100 hezar serdanên wan ji Tirkiyeyê hene, divê li Tirkiyeyê nûneritiyekê vekin.
Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) dikare ji platformên lîstikan derbarê pêkhateya saziyî û pêvajoyên amaran de agahiyan bixwaze.
Di rewşên nepejirandinê de cezayê pereyan tê birîn. Heke binpêkirin berdewam bikin cezayê kêmkirina leza înternetê tê sepandin.
Destûra dayîkbûnê û meaş
Di çarçoveya vê yasayê de, dema destûra zayênê ji bo karmendên leşkerî jî hat dirêjkirin.
Destûra bi meaş a piştî zayînê ya ji bo jinên karmend, ji 8 hefteyan derket 16 hefteyan. Bi vî rengî dema giştî ya destûrê bû 24 hefte.
Her wiha mafê destûrê ji bo wan karmendên leşkerî yên ku zarokan xwedî dikin jî hat berfirehkirin.
Di çarçoveya rêziknameya saziya "Darulaceze" de, rê hat vekirin ku sazî li navxwe û derveyî welat xizmetê bide.
Sazî dikare banka xwirekê ji bo hejaran ava bike û aşxaneyên xêrxwaziyê veke.
Bi pêşniyarekê ku di Civîna Giştî de hat pesendkirin, bendeke demkî jî li ser destûra zayînê hat zêdekirin.
Li gorî vê, ew karmendên ku di roja ketina meriyetê ya yasayê de hêj dema destûra wan neqediyaye, eger daxwaz bikin dê 8 hefte destûra zêde ya zayînê wergirin.