Enqere (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Tirkiyeyê Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade li Enqereyê beşdarî panela navendeke nêzîkî Partiya Saadetê bû.
Hebîbulahzade berî ku derbasî nav salona panelê bibe bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê da.
Wî bi taybetî li ser Kurdên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê got, “Em hemû Îranî ne û dema êrişek çêdibe em hemû dibin yek.”
Hevgirtina neteweyî ya li Îranê
Balyozê Îranê yê Tirkiyeyê Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade di dema beşdariya xwe ya di semînerekê de li Enqereyê li ser rola xelkê Îranê ya di dema şer de axivî.
Wî bi taybetî bi başî behsa Kurdan kir.
Balyozê Îranê diyar kir ku wan wekî xelkê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe welatê xwe parastiye.
Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade her wiha got, “Em hemû Îranî ne. Wekî Kurd, Ereb, Belûç, Fars, Lor û Tirk em wekî bira bi hev re ne.
Di nav welatê me de hevgirtineke neteweyî heye. Xelkê Îranê nîşan da ku di demên êrişê li ser welatê wan de ew bêhtir digihîjin hev û bi hêztir dibin.
Ev yek taybetiyeke bi sedan salan a xelkê Îranê ye û înşalah dê di paşerojê de jî her wisa be.”
Lidarxistina panela ESAMê
Dr. Muhamed Hesen Hebîbulahzade û şandeyek ji Balyozxaneya Îranê ya Enqereyê beşdarî konferans, panel û semîneran dibin.
Yek ji wan panelan jî ji aliyê navendeke nêzîkî Partiya Saadetê ve hat lidarxistin.
Di panelê de serok û alîgirên Partiya Saadetê û beşek akademîsyen û xwendekar jî beşdar bûn.
Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan wiha got, “Îro em li Navenda ESAMê ji bo gotûbêjkirin û axaftina li ser mijara şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê amade ne.
Birêz Balyozê Îranê jî dê nirxandinan li ser mijarê bike. Em bi hêvî ne ku em êdî di vê meseleyê de nûçeyên xweş bibihîzin.”
Li Tirkiyeyê li gel êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, piraniya partî, komele û rêxistinên Îslamî û muhafazakar bi berdewamî bi daxuyanî û çalakiyên xwe piştgiriya xwe ji bo Îranê nîşan didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse