ROJEVA RAGIHANDINÊ - Gotina yekem bû ‘Serokatî’
Stenbol (Rûdaw) – Mijara sereke ya îro medyaya Tirkiyê, Duyemîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê li Enqereyê bû. Duyemîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê li Enqereyê bi rêve diçe û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim weke namzetê serokatiya giştî yê AK Partiyê partiyê û Serokwezîriya Tirkiyê hat destnîşankirin.
SABAH
Çare em in, em ne neçar in...
Erdogan li ser Lûtkeya Mirovî nivîsand. Pêkhatina vê lûtkeyê ku li Stenbolê bi rê ve diçe ne tasadufek e. Mafê keda Tirkiye bixwe ye ku salane 6.4 milyar dolar ji bo harîkariya mirovî xerc dike. Ev lûtke pêngaveke dîrokî ye li ser pêşvebirina sîstema harîkariyê û serekdewlet û xwedanên vê sîstema gerdûnî dê yekem car li bin banekî kom bibin.
- Bînalî Yildirim bi 1405 dengan bû serokwezîr û serokê giştî yê AKPê.
CUMHURIYET
Yek serok yek partî...
Di kongreya AKPê de ji serokê dîwanê heta bi serokwezîrê nû hemû bi hev re serê xwe li ber Erdogan tewandin. Her tişt li gorî dilê Erdogan pêk nat, Yildirim got rêya te rêya me ye, doza te doza me ye. Dema serokê Dïwanê Bekir Bozdag peyama Erdogan xwend hemû kes rabûn ser xwe û ji piya li peyamê guhdarî kirin.
-Hakan Fîdan li ber devê gulleyê ye. Bînalî Yildirim Hakan Fîdan dibîne rêgir li ber serikotiya 2014an. Û herwiha gumana wî ew e ku Fîdan wêneyên kurê wî da belavkirin li ser maseya xumarê û hevlingê wî jî li ser maseya araqê.
- Di serokatiya nû ya Bînalî Yildirim de kabîneya Dawudoglû jî guherî. Navên wek Nûman Kurtulmûş, Yalçin Akdogan, Cemîl Çîçek, Mihemed Elî Şahîn, Nîhhad Zeybekçî hemû li derveyî lîsteyê man.
HURRIYET
Gotina yekem bû "Serokatî"..
Bînalî Yildirim çawa bû serokê AKPê gotina sereke ku amaje pê da, destûreke nû bû li ser esasê sistema serokatiyê. Yildirim di axaftina xwe de, serokkomarê me li gel ji sedî 50 dengan bi raya gel hatiye hilbijartin. Niha divê ev rewşa xuyayî bibe resmî û rastî. Ango sîstema serokatiyê bi destûra nû re were holê. Têkoşîna li dij teror û hêza paralel jî bê rawestan berdewam be.
- Dawûdoglû berî xatir bixwaze dîsa got ev biryar ne bi dilê min bû û ez zanim ku wijdanê gelek kesan çiqasî pê diêşe. Lê ya esasî disa jî doza me ye.
MILLIYET
Kongreya Serokatiyê...
Di kongreya AKPê de peyama Erdogan mora xwe li rojevê xist ku got, nakokiyên di navbera Serokkomarî û kadroyên siyasî de ji holê rabikin bila nelihevî nemîne. Bînalî Yildirim jî di axaftina xwe de soz û peyman da bi Erdogan ku dê ji ser rêya wî xwe nedin alî.
Di rêveberiya navendî ya AKPê de navê 25 kesan guherîn.
-Kilicdaroglû, emê doza parêzbendiyê ranegihînin bi Dadgeha Destûrî. Eger serlêdanê şexsî hebin em karin piştgiriya wan bikin lê ne bi tûmerî.
- Li Sûr a Diyarbekir piştî 6 mehan li 14 taxan qedexetî rabû. Şênî bi çavên bi girî li nav warê xwe yên wêran geriyan.
HABER TURK
Serdema Yildirim li gel armanca serokatiyê...
YENÎ ŞAFAK
Dora veguhastina alê..
STAR
Meşa ber bi serokatiyê ve..
AKŞAM
Serokatiya bi leza Yildirim*
(*Yidirim, bi Kurdî birûsk)
Bînalî Yildirim, ev rewşa fiîlî divê veguhêze bi ser resmiyetê de ango serokatî pêk bê.
- Orgeneral Unal balafirra ku bombe bi ser Qendîlê de barand bi xwe ajot.
TARAF
Li Sûrê qedexetî rabû lê welatî malên xwe nedîtin..
Şêniyên ku piştî 6 mehan bi rakirina qedexetiyê li ser 14 taxan vegeriyan lê mal û xaniyên xwe peyda nekirin. Xanî an ji binî hatibûn xerakirin an jî wêran bûbûn. Bi girî û gazin û destevala li kolanên xerabe çûn û hatin.
EVRENSEL
Kongreya bîatê...
Pêvajoya ku bi destkêşana Dawudoglû despêkir ji serokwezîrtiyê bi zexta Erdogan, duh jî bi awayekî sembolîk kongre berdewab bû bi hilbijartina Bînalî Yildirim. Kongre bi tevahî bû kongreya serçemandinê li pêşber Erdogan.
- Li Şemzînan leşker bi ser gundekî de girtin. Gundî xwestin li dij vê yekê rawestin û leşker bi ser wan de gulle barandin. Xortekî bi bavê Samî Kaplan hate kuştin.
Li Qezê navçeya bi ser Mêrdînê de, tîmên taybet li ser dîwarên dibistana ku ji xwe re kirine binke nivîsîn, " Emê vê dinyayê li dora serê we bikin dojeh, an werin ser rê an bicehimin herin"
AYDINLIK
Peyama operasyona derveyî sînor ji bo Tirkiye...
Qumandarê Hêzên Navendî yê Amerîka Joseph Votel, li bakûrê Sûrî bi qasî 11 saetan serdanan hêrêma di bin rêveberiya PYDê de kir. Di demekê de ku rejîma Sûrî muhawele dike Helebê bi şûn de wergire, ev serdana rayedarê leşkerî yê Amerîkanî hat şîrovekirin wek ku Amerîka hewl dide berî Sûrî Reqa bi dest bixe. General Votel piştî hevdîtina li gel YPG îro jî tê Anqara bo hevdîtinan li gel fermandeya serbazî û nûnerên wezareta derve.
- Rêvebirên partiya Vatan li Şamê serdana serokatiya rejîma Sîrî dikin. Alîgirê serokatiya Vatan Korgeneral Pekîn, Amerîka serdana YPG dike lê em serdana rêveberiya rastîn ya Sûrî dikin û emê nehêlin ku Amerîka li Sûrî planeke federasyonê bi rêk bixe.
GUNDEM
Fînal nêzîk e..
Li Sûrî operasyonên Reqa, Heleb û Dêrezorê li rojevê ne bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navneteweyî. Di vê pêvajoyê de rêveberiya siyasî û leşkerî ya Rojava bi giraniya xwe êdî zêdetir derdikeve pêş.
- Îradeya gel têk naçe. Li bakûrê Kurdistan û Awrûpa gel li hember derba Serayê bi ser hêzên demokratîk û HDPê ve xwepêşandanan li dar dixin.