HDPê ji Ban Ki-Moon re name şand

Enqere (Rûdaw) -  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag, bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon nameyek şandin.


Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon di çarçoveya Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê de li bajarê Stenobol ê Tirkiyê ye.


Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag di nameya ji bo Ban Ki-Moon şandine de polîtikayên AK Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan rexne kirine.


Di nameyê de hatiye amajekir ku ew di fikarê de ne, ku kiryarên derhiqûqa netewî û navnetewî yên ji aliyê “rejima Erdogan” ve tê kirin bi saya Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê ku Tirkiyê mazûnayê dike, bêne nixamdin.


Demîrtaş û Yuksekdag, Hikûmeta AK  Partiyê tohmetbar dikin ku di van salên dawiyê de hem li Tirkiyê û hem jî li herêmê rewşa aramî, aştiyê û pêkvejiyan têk daye û bûye hêzêkê tund.

Di mijara azadiya medyayê de jî hevserokê HDPê, Serokomarê Tirkiyê rexne kirine û gotine, kesên ku derbarê pevçûnên li bajarên Kurdan de nûçeyan çêdikin yan jî kesên kiryarên hikûmetê rexne dikin, ji aliyê dewletê ve têne girtin û cezakirin.

 

Di beşekê din a nameyê de hatiye destnîşankirin ku li navçeyên dengên HDPê zêde ji heya rojekê heya çend mehan 65 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û li wan herêman operasyon hatine kirin û di encama wan operasyonan de kesên sivîl jî bûne qurbanî.