Balyozê Amerîkayê serdana HDPê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake li Enqerê serdana navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake li navenda HDPê bi Hevserokên Partiyê Mithat Sancar û Pervin Buldan re hevdîtin kir.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Balyoz Flake, îro bi Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de peywendiyên Amerîka-Tirkiyê hatin axaftin.”

HDPê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Balyozê Amerîkayê Jeffry L. Flake yê serdana partiya me kir bi Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derbarê geşedanên siyasî û herêmî de hat axaftin.”