DEM Partî û Partiya Paşerojê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi Ahmet Davutoglu re civiya.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglû re civiya.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di heyeta DEMê de cih girt.

Şande, li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ji aliyê Davutoglu ve hat pêşwazîkirin.

DEM Partiyê daxuyanî da

DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku hevdîtin “di atmosfereke gelekî avakar de” pêk hatiye û wiha got:

“Di hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û heyeta li gel wî re hat kirin de, derbarê mijarên li rojevê yên Tirkiye û herêmê de gotûbêjeke berfireh hat kirin.

Di serdana ku di atmosfereke gelekî avakar de pêk hat de pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina ku Heyeta me ya Îmraliyê demên dawî bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk anî û biryarên kongreyê yên ku PKKyê 12ê Gulana îsal eşkere kirin hatin nirxandin.

Her wiha kûrkirina diyaloga navbera partiyan û gavên ku divê di çarçoveya meclisê de li rêya aştî û çareseriyê bên avêtin hatin nirxandin.

Hat diyarkirin ku avakirina komîsyoneke meclisê ya bi selahiyeta tam û pejirandina rêbazeke ku dê beşdarbûna çalak a partiyên siyasî di vê pêvajoyê de temîn bike xwedî girîngiya krîtîk e.

Di çarçoveya îştirayên me yên siyasî de, em dê hefteyê pêşiya me hem bi partiyên pêkhênerên me û hêzên hevpeymaniya me re û hem jî bi MHP û AK Partiyê re hevdîtinên xwe bidomînin.”