Li Gîresunê qezaya trafîkê: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Gîresunê yê Tirkiyeyê li ser Rêya Beravê ya Behra Reş, barhilgirek û 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 5 kes mirine û 6 kes jî birîndar bûne.
Qeza îro destê sibehê li nêzîkî derbasgeha Bendera Gîresunê çêbû.
Barhilgireke ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin, li 2 otomobîlan qelibî.
Di qezayê de otomobîl bi temamî perçiqîn.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên rizgarkirinê ji bo derxistina welatiyên ku di nav wesayîtan de asê mabûn dest bi xebatan kir.
5 kes li cihê qezayê mirin
Di kontrolên destpêkê de hat diyarkirin ku 5 kes li cihê qezayê mirine.
6 birîndarên ku hatin rizgarkirin jî bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Ji ber qezayê, trafîka li ser Rêya Beravê ya Behra Reş demeke dirêj rawestiya.
Serdozgeriya Komarê li ser sedema qezayê û pirsgirêkên teknîkî lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
Piştî rakirina wesayîtan û paqijkirina rê, çûn û hatin vegeriya rewşa xwe ya asayî.