Zanîngeha Bîlgiyê hat girtin: Kursiyeke Kurdî jî lê hebû
Stenbol (Rûdaw) - Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê ku ev 30 sal in xwendekaran digihîne hat girtin..
Bi sedan mamoste û hezaran karmendên vê zanîngehê hene.
Zanîngeh bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat girtin.
Zanîngeha Bîlgiyê girêdayî Can Holdîngê bû û ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin.
Xwendekarên zanîngehê li nava kampusê dest bi çalakiyan kir. Polîsan jî dora zanîngehê dorpêç kir.
Ji 1996an ve nêzîkî 100 hezar xwendekar ji Zanîngeha Bîlgiyê mezûn bûne.
Piştî biryara girtinê, bi hezaran xwendekarên ku êdî bê dibistan man li kampusê kom bûn û xwendekaran dest bi çalakiyan kir.
"Em têkoşîna zanîngehên demokratîk dimeşînin"
Akademîsyen Emre Baydeger bertek da biryara girtinê ya zanîngehê û got:
"Em li hemberî desteserkirina mafan, têkoşîna zanîngehên demokratîk dimeşînin.
Zanîngeha Bîlgiyê jî yek ji wan zanîngehan bû ku em lê bihêz bûn.
Dibe ku ji ber vê sedemê em bi vê biryarê re rûbirû ne. Em bi yek hevokê hatin tesfiyekirin.
Em li hemberî vê biryarê bi xwendekaran re ne û li vir in."
Xwendekar Kemal Akten jî got, "Ev biryar ne hiqûqî ye û li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye.
Ev xwendekar bêxwedî nînin. Em li vir in û em naçin ti derî."
Cara ewil xwendekarên sergirtî qebûl kiribûn
Zanîngeha Bîlgiyê yek ji zanîngehên taybet ên destpêkê bû.
Li Tirkiyeyê cara ewil vê zanîngehê xwendekarên sergirtî qebûl kiribûn.
Niha zêdetirî 20 hezar xwendekar, hezar akademîsyen û bi hezaran karmendên wê hene.
Li gorî biryarê, dê xwendekar û akademîsyenên vê zanîngehê veguhêzin zanîngeheke din.
Xwendekar M. Seyît Korkmaz jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
"Zanîngeha ku cara ewil xwendekarên sergirtî wergirtibûn hat girtin.
Ev zanîngeh ji aliyê wê desthilatê ve hat girtin ku bi mexdûriyeta sergirtiyan hatiye ser kar."
Xwendekar Tugrul Kardeben bal kişand ser biryarê û got:
"Mixabin welatê me welatekî wisa ye ku bi îmzeya kesekî tenê dikare her tişt bibe.
Divê em yan hînî vê yekê bibin yan jî serî netewînin."
"Konferansa Xebatên Kurd"
Zanîngeha Bîlgiyê di asta navneteweyî de aligirê gelek peymanan bû.
Bi hezaran xwendekarên biyanî yên ji bi dehan welatan li vê zanîngehê dixwînin.
Zanîngeha Bîlgiyê 2013an bi "Konferansa Xebatên Kurd" ketibû rojevê.
Kesayetên wekî Îsmaîl Beşîkçî, Abbas Walî û çend kesên din ên naskirî beşdarî wê konferansê bûbûn.
Zanîngeha Bîlgiyê ji bo Kurdî jî zanîngehe giring e ji ber ku li vê zanîngehê kursiyeke Kurdî jî heye.
Ev Kursî kovarên Kurdî derdixistin, komxebat û çalakiyên berfireh ên li ser Kurdî li dar dixistin.