Mehmet Kaya: Biryara li ser CHPyê dê zererê bide pêvajoya çareseriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, biryara dadgehê ya li ser dûrxistina serokê CHPyê wekî "şaş" nirxand û got, “Ev yek dê zererê bide pêvajoya çareseriyê.”
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya îro dilgiraniyên xwe yên li ser wê biryara dadgehê anîn zimên.
"Ev biryar zererê dide aborî û demokrasiyê"
Mehmet Kaya diyar kir ku gaveke wiha dê zererê bide Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha domand:
"Mixabin di welatekî de ku ketiye qonaxa endamtiya Yekîtiya Ewropayê, partiyeke siyasî bi rêyên hiqûqî ji qada siyasî tê derxistin û midaxeleya wê tê kirin.
Ev ne rêyeke rast e. Zerera herî mezin jî digihîne welat, aboriya welat û demokrasiya welat."
Kaya red kir ku ev rewş tenê bi guhertina serokatî û kadroyên partiyekê ve girêdayî be û got:
"Ji bilî midaxeleyeke hiqûqî, ev pirsgirêkeke demokrasiyê ye.
Em bixwazin an nexwazin, biryarên bi vî rengî dilgiraniyê di dilê hilbirînerên biyanî û yên ku dixwazin li Tirkiyeyê hilbirînê bikin de çêdikin.
Ew dilgiranî jî bandoreke xerab li aboriyê dike. Di heman demê de enflasyon û bihayê dravên biyanî jî bilind dibin."
"Dê zererê bide pêvajoya çareseriyê"
Mehmet Kaya li ser îhtîmala zererdayîna pêvajoya çareseriyê jî axivî ku CHP yek ji piştgirên wê ye û got:
"Cara yekem e desthilat û mixalefet ji bo çareserkirina pirsgirêkeke 50 salî hatine cem hev.
Ev biryar dikare zererê bide vê rewşa niha. Eger piraniya dengan piştgiriyê nedin pêvajoyekê, ew pêvajo bi hêsanî nikare bi ser bikeve."
Mehmet Kaya her wiha bal kişand ser rol û helwesta Ozgur Ozel a di guhertina CHPyê de û got:
"Em di vê pêvajoyê de dizanin ku Ozgur Ozel CHP ji ku anî kîjan astê. Bi dîtina min ev gelekî girîng e."
Krîza CHPyê û biryara dadgehê
Daîreya 36an a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê 21ê Gulana 2026an biryar da ku Kongreya 38an a Asayî ya CHPyê bi awayekî mutleq betal bike.
Bi vê yekê re tevahiya kongreyê hat betalkirin.
Vê biryarê partiya herî mezin a mixalefetê ya Tirkiyeyê xist nav krîzeke kûr a hiqûqî.
Li gorî vê biryarê, Ozgur Ozel û desteya birêvebir a CHPyê ya di Meclîsa Partiyê û Desteya Birêvebir a Navendî de bi awayekî demkî ji postên xwe hatin dûrxistin.
Biryar hat dayîn ku Kemal Kiliçdaroglu wekî serok û meclîsa berê ya partiyê vegerin ser karên xwe.