19 Photos
Li navçeya Marmarîsê ya ser bi parêzgeha Muglayê ya Tirkiye ve ji roja 21ê Hezîrana 2022yan ve agir bi daristanên navçeyê ketiye û hem ji bejahiyê û hem ji esman ve hewlên vemirandina agir berdewam in.
Dîsa pêlên agir ji daristanên navçeya Marmarîsê ya Muglayê radibin ku di tîrmeha derbasbûyî de zerereke zêde gihandibû xweza û xelkê wê.
Li gor agahiyên berdest agir heta niha negihiştiye cihên niştecihbûnê. Lê 20 xaniyên li ku li navçeyê metirsî li ser wan heye hatine valakirin û 68 welatiyên di wan xaniyan de ligel ajelên xwe bo navçeyên bi ewle hatine veguhastin.
Foto: Omer Sonmez / Rûdaw