Alîgirên DEM Partiyê bi çi rêjeyê piştgiriyê didin pêvajoyê?

Stenbol (Rûdaw) - Li gorî rapisriya Navenda Lêkolînan a Rawestê û Enstîtuya ÎstanPolê ji sedê 88ê alîgirên DEM Partiyê piştgiriyê didin pêvajoyê aştiyê.

Her wiha bi giştî ji sedî 64,4ê beşdaran piştgiriyê didin pêvajoyê.

Navenda Lêkolînan a Rawestê û Enstîtuya ÎstanPolê encamên lêkolîna xwe ya bi navê "Serdema Nû di Meseleya Kurdan de: Helwest, Ra û Têgihiştinên Civaka Tirkiyeyê" eşkere kirin.

Nûnerên partiyên siyasî ên CHP û DEM Partiyê, akademîsyen, rojnameger û nûnerên saziyên ramanî û civaka sivîl di civînê de amade bûn.

Lêkolîn di navbera 3 û 13ê Gulanê de, li 21 bajar û 56 navçeyan hat kirin.

Bi 2 hezar û 10 kesan re bi teknîka CATI bi rêya telefon û kompîtirê hate kirin.

Ji sedî 70ê beşdarên rapirsiyê Tirk, ji sedî 21ê wan Kurd, ji sedî 3yê wan Ereb in.

Encamên lêkolînê bi vî rengî ne:

- Ji sedî 64,4ê beşdaran piştgiriyê didin pêvajoyê

- Ji sedî 22,5ê beşdaran piştgiriyê nadin pêvajoyê

- Ji sedî 13,2 notr in

- Ji meha Çiriya Pêşîn ve piştgirî her ku diçe zêde dibe

- Herî zêde dengdêrên DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 88 piştgiriyê didin pêvajoyê

- Dengdêrên ÎYÎ Partiyê ji sedî 58 li dijî pêvajoyê ne

- Ji sedî 34ê dengdêrên CHPyê li dijî pêvajoyê ne

- Ji sedî 60ê beşdaran dewamkirina pêvajoyê baş dibînin

- Demîrtaş bi pêvajoyê re wekeveh tê dîtin. Ji loma jî azadiya wî ji bo pêvajoyê wekî pêngaveke berbiçav tê dîtin