Li Rojhilatê Behra Spî keleka 45 kes tê de binav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku 161 mîl li rojavayê başûrê navçeya Kaş a Antalyayê kelekeke ku 45 kes tê de bûn, binav bû û li herêmê xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam in.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hat destnîşankirin li gor agahiyan duh êvarê 161 mîl li rojavayê başûrê Kaşê ku qederê 60 mîlî li başûrê Girava Kerpeyê dikeve kelekeke ku 45 kes tê de bûn binav bûye.

Li gor agahiyan firqateynên Keştiyên Komara Tirkiyê (TCG) ya Gelîboluyê û TCG ya Gokovayê çûne herêmê û li herêmê xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam in.

Hat diyarkirin 2 firqateyn û balafireke qereqola behrê ya Fermandariya Hêzên Behrê ligel û şert û mercên dijwar xebatên xilaskirin û lêgerînê dikin.

Ew herêma di nav sînorên lêgerîn û rizgarkirina Tirkiyê de, weke "herêma lêgerîn û rizgarkirinê" hat ragihandin, keştiyên li herêmê hatin agahdarkirin.