TIRKIYE - Agirê bi daristanan ketiye hîn jî nehatiye vemirandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 54 cihên cuda agir derketiye û tîmên agirkujiyê hewl didin agir vemirînin.
Agirê ku li daristanên Sakaryayê dest pê kir û derbasê Bîlecîkê bû, di roja 4an de ye û hîn jî nehatiye vemirandin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand ku li 51 cihan agir hatiye kontrolkirin lê li sê herêmên din xebatên vemirandinê berdewam dikin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, şewata li daristanên Bîlecikê ji ber bayê careke din geş bûye û hîn nehatiye kontrolkirin.
Li Bilecikê 4 tax hatin valakirin
Agirê ku li navçeya Geyveyê ya Sakaryayê dest pê kiribû û derbasî navçeya Osmaneliyê ya Bilecikê bûbû, piştî ku hatibû kontrolkirin ji ber bayê ji nû ve geş bû.
Ji ber agir çar tax hatin valakirin û agir gihişte taxa Kazanciyê.
Parêzgarê Bilecikê Faîk Oktay Sozer derbarê agir got:
“Ba careke din agir geş kir. Niha hem ji bejahî û hem jî ji hewayê midaxele didome.
Gundên li cihên bilind ku hatine valakirin di bin gefê de ne. Rêjeya nemê gelekî kêm e û ev jî vemirandina agir zehmet dike.”
Li 54 cihan agir derket
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli li Bilecikê axivî û da zanîn ku li tevahiya Tirkiyeyê li 54 cihan şewat derketiye ku 22 ji wan li nav daristanan û 32 jî li derveyî daristanan bûne.
Li gorî Yumakli, 51 agir hatine kontrolkirin lê agirên li navçeya Seyîdgaxî ya Eskîşehîrê, Çukurcaya Karabukê û Urlaya Îzmîrê didomin.