Dayika Şemiyê Emîne Ocakê koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Şemiyê Emîne Ocaka ku kurê wê sala 1995an ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibû kuştin koça dawî kir.
Dayika Şemiyê Emîne Ocaka ku bi salan e li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê ji bo dîtina kujerên kurê xwe beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe, îro koça dawî kir.
Berî mehekê krîza dil Emîne Ocakê dabû û ew di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat dermankirin.
Platforma Dayikên Şemiyê îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Em bi xemgîniyeke mezin radigihînin, me Emîne Ocaka ku bi cesaret, rijd û biryardariya xwe dengê herî xurt ê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê bû, ji dest da.”
Agahiyên derbarê merasîma cenaze dê pêştre bêne ragihandin.
Emîne Ocak dayika Hasan Ocak e ku sala 1995an bi şkenceyê hat kuştin û roja 15ê Gulana 1995an termê wî li Daristana Beykozê ya li Stenbolê hat dîtin û li goristana bêkesan hatibû veşartin.
Emîne Ocak 30 sal in ji bo dîtina kujerên kurê xwe têdikoşiya da ku bên darizandin.