STENBOL - Piştî teqînê avahiyek hilweşiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê piştî ku ji avahiyekê dengê teqînê hat, avahî hilweşiya.

Li kolana Yanikkapiyê ya taxa Bereketzadeyê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê ji ber sedemeke ku hîn naye zanîn, di avahiyekê de teqîn çêbû.

Piştî teqînê beşeke avahiyê hilweşiya.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê, polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Xebatên tîman ên li herêmê berdewam dikin.

Parêzgariya Stenbolê: Li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar nînin

Parêzgariya Stenbolê li ser teqînê daxuyanî da û got:

“Roja Çarşemê, 23.07.2025an, derdora saet 21:45an, li kolana Yanikkapiyê ya taxa Bereketzadeyê ya navçeya Beyogluyê, di bufeya qata zemîn a avahiyeke sê qatî de ji ber sedemeke ku hîn naye zanîn teqînek çêbûye.

Piştî teqînê avahî hilweşiya û gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD û UMKEyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat tespîtkirin ku li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de mirî û birîndar nînin û xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.”