Ozel: Divê komîsyona parlamentoyê pirsgirêka Kurdan çareser bike

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Pirsgirêka Kurdan Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku divê rojeva sereke ya komîsyona ku biryar e ji bo pêvajaya çareseriyê li Parlamentoyê bê avakirin demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurdan be.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî ku li girtîgehê serdana Ekrem Îmamoglu kir, daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê de axivî.

Ozel amaje bi wê yekê da ku fikra avakirina komîsyona ji bo çareseriya pirgirêka Kurdan ji aliyê CHPyê ve hatiye pêşniyarkirin.

Ozel tekez kir ku ew dê ji bo beşdarbûna komîsyonê şertên wekî berdana Ekrem Îmamoglu û siyasetmedarên daneynin lê ew dixwazin siyasetmedarên CHPyê bi awayekî negirtî bên darizandin.

Ozel got, "Nêrîna Ekrem beg, ya me û ya CHPyê jî li ser çareseriya vê pirsê diyar e.

Divê ev komîsyon, pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê di çarçoveya demokratîkbûnê de bi awayekî giştî bigire dest û çareser bike."

"Li Amedê demokrasî û li Stenbolê otokrasî nabe"

Serokê CHPyê her wiha diyar kir ku ew amade ne piştgiriya herî mezin bidin komîsyoneke ku bi rojeva demokratîkbûnê kar bike û got:

“Lê li aliyekî li Amedê demokrasî û li aliyê din li Stenbolê otokrasî nabe."

Ozgur Ozel rexne li nêzîkatiya hikûmetê ya derbarê pêvajoyê de girtin û got:

"Hûn nikarin tiştên dûrî aqil û wijdanê bînin cem hev.

Ji aliyekî ve hûn behsa lihevkirina sedsala duyemîn û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dikin, ji aliyê din ve Resul Emrah Şahan (şaredarê CHPyê) ji ber ku endamekî ji DEM Partiyê di encûmenê de erkdar kiriye tê girtin û hûn behsa berdana 200 endamên PKKyê dikin. Wijdana civakê van tiştan qebûl nake."

"Torosa Spî"

Ozel bal kişand ser gefên li wî tên xwarin û dozgerê ku li ser maseya wî "Torosa Spî" hatibû dîtin û got:

"Meseleya bingehîn a vê komîsyonê, meseleya Torosên Spî yên berê ye.

Niha li ser maseya dozgerê vê rejîmê Torosa Spî heye.

Ma pirsgirêk bi `Torosçiyê` îro tê çareser kirin? Em ji ber vê yekê nîgeran in."

Serokê Giştî CHPyê destnîşan kir ku ew ji ber xwe ve beşdarî komîsyonê nabin û got:

"Pêwîst e em nexşerê, dem û armancên vê komîsyonê bizanin.

Divê em bizanibin ku di meha îlon-çiriya pêşîn de em dê çi bibînin. Em li ser van mijaran diaxivin."

Ozel her wiha behsa hewlên erênî yên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û nêzîkatiya erênî ya serokên partiyên din ên siyasî yên derbarê komîsyonê de jî kir û got ku ew bi awayekî neyînî nêzîkî mijarê nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst