Geşta Stenbolê bû şîn: 2 zarok mirin, bav li nexweşxaneyê ye

Hewlêr (Rûdaw) Malbata Holendayî ya ji bo geştê hatibû Stenbolê, piştî xwarina li Taksîmê jehrî ket 2 zarok mirin bavê zarokan li nexweşxaneyê ye.

Malbateke Holendayî ku ji bo geştê hatibû Stenbolê, tûşî karesatekê bû. Bavek û du kurên wî yên ku li otêleke navçeya Fatîhê ya Stenbolê diman, nîvê şevê ji nişka ve nexweş ketin.

Her du zarokan canê xwe ji dest da, bavê wan jî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, malbata Holendî ji bo geştê hatibû Stenbolê û li otêleke li navçeya Fatîhê bi cih bûbû.

Bavê malbatê Reşîd Muhemed Eyûb (57), piştî ku li Stenbolê bi zarokên xwe re geriya, derengê şevê vegeriya otelê.

Serê sibehê, xebatkarên otelê li ser qîrîna bavê zarokan ketin odeyê û dîtin ku her du zarok li erdê ne û hareket nakin

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîman diyar kir ku Muhebet Yezdanî û Muhammed Cemîl Yûsif canê xwe ji dest daye, bavê wan Reşîd Muhemed Eyûb jî bi ambulansê ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Tê îdiakirin ku mirina zarokan ji ber jehrîketin bûye. Her wiha sedema teqez a mirina her du birayan dê piştî otopsiyê diyar bibe.