Li Balikesîrê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkieyê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 14:16an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,98 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.