Rojnameyên Tirkiyê- YPG û “Herêma Tampon”



Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê, îstîfaya du wezîrên HDPyî ye li gel hin guftûgoyên ku li ser plansaziya nû derbarê Sûrî û daxuyaniyên berdevkê NATO yê. Veguhastina sindoqên hilbijardinê li Bakurê Kurdistanê û karvedanên wê li gel rewşa penaberan du sernavên din in ji rojevê.


VATAN


-Kê ew xendek kolan…
Herdû wezîrên HDPyî Elî Heyder Konca û Muslim Dogan dest ji kar berdan, Dawûdogu bi lez Beril Dedeoglu û Cuneyt Duzyol danî ciyê wan. Konca; me nekarî em derbasî nav Cizîrê bibin, em bi ser neketin û Seray rêvebiriya hertiştî dike. Dawûdoglu jî got, ma kê ew xendek kolan?


- Qetla cejnê. Li Diyarbekir, dayîkekê herdû keçên xwe kuştin ji ber ku xerciya eydê jê xwestin, mêr jî rabû jina bi ser de kuşt.


CUMHURIYET


-26 rojan karîn li ber xwe bidin…
Konca û Doganê HDPyî ji ber serdestiya Serayê li ser AKPê û bê ewlehiya hilbijardinan xwe ji hikûmeta wan vekişandin.


- Li Edirne karesata penaberan didome. Duh, walî got bila vegerin, mohlet tije bû, yên nexwestin vegerin rûbirûyî zexta polîsan hatin.

HABER TURK


-Gengeşeya sindoqên hilbijardinan.
Piştî Cizîrê niha ji bo 4 herêmên din jî tê xwestin ku dema hilbijardinan ji ber bê ewlehiyê sindoq li navendên din bên bi cîkirin. Waliyê Bilîsê jî dixwaze ku deng li ciyekî din bên bikaranîn. Saziya Bilind ya Hilbijardinê dibêje gellek serlêdan hene dê piştî cejnê safî bibe ev mesele lê li aliyê din piştî hilbijardinên 7ê Hezîranê AKP zaf gazin kiribûn ku ji bo çi ji gundan ewqas dengekî zêde derketibû ji bo HDPê.


- Reva dewlemendan. Di nav penaberan de jî ciyawaziya çînayetî heye. Yên belengaz di nav destê qaçaxçiyan de canê xwe ji dest didin yên maldar bi 10-15 hezar Euroyî keştiyekê dikirrin û didin ser rêya revê.


- Li gel Obama lûtkeya terorê. Dawûdoglu hat vexwendin ku di lûtkeyê de biaxive. Dawûdoglu ji bo beşdariya civîna Neteweyên Yekgirtî sibe diçe Amerîka.


MILLIYET


-Formul diguhere.

Amerîka li Sûrî dê harîkariya YPGê bike ji bo Cerablus ji destê DAIŞ pak bibe. Cerablus bikeve destê Kurdan, dê korîdora kurd pêk were li wî ciyê ku Anqara dixwest herêmeke tampon ava bike û "xeta sor "ya Tirkiyê bibe korîdora kurd. Li aliyê din Rûsya jî dê li DAIŞ bide. Îro li Moskow rojeva sereke ya Erdogan û Pûtîn jî dê Sûrî be. Erdogan dê ji Pûtîn bixwaze ku muhaqaq ji bo herêma tampon li gel wan bin.


- HDP 26 rojan karî li nav hikûmetê bimîne. Erdogan li dijî tohmetên herdû wezîran derket û got, helbet bi kêfa xwe ne nexwazin bila herin lê ew tekst ji kuderê hat ber wan ku xwendin.


HURRIYET


-Bi yek îmzeyê biryar.

Li Cizîrê biryara veguhastina ciyên sindoqan bi tenê ji aliyê serokê saziya hilbijardina herêmî ve hatiye dayîn. Muxalefet bi tundî li dijî vê biryarê ye.


- Plana li ser Cerablusê. Ragihandina biyanî behsa harîkariya Amerîka dike bo YPGê.


-Erdogan îro li Moskow mizgeftekê vedike lê li gel Pûtîn dê li ser Sûrî hevdîtin pêk bîne.

EVRENSEL


-Te divê em dengên xwe li nav Serayê bavêjin nav sindoqan.

Li Cizîrê li 3 tax û 23 gundan sindoq bi hinceta bê ewlehiyê dê cî biguhêzin. Xelk bertek nîşan dide ku dixwazin vîna gel binpê bikin.

GUNDEM


-Destê xwe vekişîne hê ku ne dereng e.

KCK hişyarî da dewleta Tirk ku eger rûxandina gorristanên şehîdan bidome dê tofanê rakin.


- Li Edirne penaberên ku naxwazin vegerin dest bi gireva birçîbûnê kirin.


YENİ ŞAFAK

-Fikara parastina PKKê.
Ajansa koma medyayî ya Dogan ji ser navê sekreterê giştî yê NATOyê ragihand ku ji Tirkiye hatiye xwestin dest nedin PKKê lê Soltenberg yekser ev agahî ne rast kir.


- Ji bo kadrên wergirtina 5 hezar cerdevanên nû, 20 hezar serlêdan çêbû.


-Rûsya li Sûrî bi cî dibe.


- Wezîrên HDPyî ji hikûmetê reviyan.


SABAH


Hay ji xwe hebin. Ewên ku postên qurbaniyên xwe bibexşînin bi ser saziyên Fethullah Gulen ve dê ji sûcê harîkariya bi terorê re ceza wergirin.