Wesayîta girtîgehê qulibî: 8 jê leşker 13 kes birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsûsê ya parêzgeha Mêrsînê wesayîteke girtîgehê ya ku girtî vediguhastin qulibî û di encamê de 8 jê leşker 13 kes birîndar bûn.
Wesayîta girtîgehê ya navê şofêrê wê nehat zanîn, li taxa Alifakiyê navçeya Tarsûsê ya parêzgeha Mêrsînê qulibî kêleka rê.
Di qezayê de 8 cendirme û 5 girtî bi sivikî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cenderme û agirkujiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman ji bo kontrolê birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û rewşa wan baş e.