Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku Şandeya Îmraliyê dê di demeke nêzîk de cara sêyemîn bi Erdogan re bicive.

Serokwekîla Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgîtê di daxuyaniyekê de ji ANKAyê re eşkere kir ku Şandeya Îmraliyê dê di demeke nêzîk de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Bi vê yekê re ev hevdîtin dê bibe hevdîtina sêyemîn a Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re.

Di şandeyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Serokwekîla Parlamentoyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar cih digirin.

Hevdîtina yekem piştî 13 salan wekî pêwendiya yekem derbasî dîrokê bûbû.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onderê rehmetî pêk dihat 10 Nîsanê li Serokkomariya li Beştepeyê bi Erdogan re civiyabû.

Hevdîtina duyemîn jî 7ê Tîrmehê li Serokkomariyê pêk hat.

Di şandeyê de Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar cih girt.

Di hevdîtinê de Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî amade bûn û vê hevdîtinê nêzîkî saetekê ajot.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, li Îmraliyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û pişt re beriya civînên xwe yên bi Erdogan re, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê re civiyabû.