Stenbol (Rûdaw) - Li navenda aboriyê ya Tirkiyê Stenbolê 32.Kombûna Rêxistina Hevkariya Îslamî bi rê ve diçe. Mijara sereke ya kombûnê hevkariya aborî di navbera dewletên Îslamî de ye.
Kombûna Rêxistina Hevkariya Îslamê di 21ê mehê de li Navenda Kongeyan ya Stenbolê dest pê kir û heta 24ê mehê dê berdewam biki.
Di bernameya kombûnê de, di serî de hevkariya aborî û xurtkirina bazirganiya dewletên îslamî mijarên gelekî girîng dê were gotûbêjkirin.
Di rûnîştina beyanî ya kombûnê de ji gelek welatan, gelek wezîr beşdar bûne û herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotarekê pêşkeş dike.
Çaverê ye ku di encama kombûnê de hin biryarên gelekî girîng ên mîna avakirina borseyeke îslamî û borseyeke zêran were ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse