Navên kesên ku diçin Îmraliyê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên şandeya Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku dê here Îmraliyê diyar bûn.

Di şandeyê de Parlamenterê AK Partiyê yê Hatayê Huseyîn Yayman, Parlamenterê MHPyê yê Stenbolê  Fetî Yildiz û Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît cih digirin.

Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin, di civîna xwe ya 18emîn de biryar da ku heyetek here Îmraliyê.

Di çarçoveya biryarê de, şandeyeke ku ji parlamenterên AK Partî, MHP û DEM Partiyê yên ku di Komîsyonê de cih digirin pêk tê, diçe Îmraliyê.

Li aliyê din, hat zanîn ku piştî CHPyê, Koma Rêya Nû jî dê nûneran nede şandeyê.

Bi vî rengî diyar bû ku tênê dê ev her sê kes herin.

Şandeya ku 3 kesan pêk tê, ji bo çûna Girava Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bixe.