Mehmet Uçum: Astengiyên li pêşiya Kurdî dê bên rakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum peyam da ku dê ji bo Kurdî gavên nû bên avêtin û "kiryarên neyînî" bên rakirin.
Mehmet Uçum got, "Mijara jinûveavakirina birêvebiriyên xwecihî ne tenê pêdiviya hinek parêzgeh û navçeyan e, belkî pêdiviya hemû parêzgeh û navçeyên Tirkiyeyê ye."
Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Alîkarê Serokê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê ji AAyê re gotarej nivîsî.
Nivîsa Mehmet Uçum wisa ye:
Biryara guhdarîkirina Îmraliyê û rapora hiqûqê
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da ku li Îmraliyê guhdarî bike. Salnameya ji bo nivîsandina rapora Komîsyonê ya ku dê polîtîkayeke hiqûqî ji bo pêvajoya derbasbûnê pêşniyar bike, hat ragihandin.
Di vê navberê de, sabotajên fikrî yên sîstematîk ên li dijî pêvajoya derbasbûnê jî bêrawestan didomin. Bi rastî, armanca sereke ew e ku destkeftiyên pêvajoya derbasbûnê û derfeta gihîştina encamê bê qîmet bikin.
Di dawiyê de jî dixwazin pêvajoya derbasbûnê têk bibin. Ji bo vê yekê, tê xwestin ku di gelek mijaran de pirsgirêk bên derxistin lê belê, ne rast e ku mirov hemû nêrînên neyînî yên di nîqaşên derbarê pêvajoya derbasbûnê de wekî sabotajên fikrî yan jî encama rojevên bi niyeta xerab bibîne.
Pêwîst e mirov bi baldarî wan kesên ku bi dilpakî fikarên xwe tînin zimên û yên ku bi niyeta baş li ser xeterî û metirsiyên ku dibînin nêrînên xwe diyar dikin, ji hev cuda bike. Ji ber vê yekê, nirxandina mijaran bi nêrîneke objektîv gelekî girîng e.
Hinek mijarên ku tên gotûbêjkirin an jî îstismarkirin
Mijara herî rojev biryara "guhdarîkirina Îmraliyê" ye ku ji aliyê Komîsyonê ve hatiye dayîn.
Piştî ku biryar bê pêkanîn, dê rewş ji nîqaşên teorîk derkeve. Çimkî piştî guhdarîkirina Îmraliyê dê rewşeke nû û berbiçav derkeve holê. Li hemberî rewşa berbiçav a ku derdikeve holê, dê dijberiyên razber bêwate bimînin. Wê demê dê jîngeheke ku tê de raman tên nîqaşkirin pêş bikeve. Helbet, teqez e ku wê demê jî dê nêrînên erênî û neyînî hebin lê divê bê nirxandin ku derketina encameke ku piştgiriyê bide pêvajoya derbasbûnê di guhdarîkirina Îmraliyê de, dê nêzîkatiyên neyînî bê qîmet bike.
Mijareke din, provokasyonên fikrî ne ku ji her alî ve tên kirin û hemû pratîkên xerab ên dîrokê, bûyerên dilşewat û gotinên wêranker derdixin pêş. Helbet, nabe ku dîrok bê piştguhxistin. Eger mijarên îro bi hişmendiyeke dîrokî ya rast bên nirxandin, dê çareseriyên rast bên bipêşxistin. Divê bandora berhema dîrokî ya li ser îro û paşerojê, di warê beşdarbûna pêvajoyên çareserkirina pirsgirêkan de be. Bikaranîna tecrubeya dîrokî wekî astengî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ne tenê zererê dide îro û paşerojê, di heman demê de dibe îxaneta li rastiya dîrokî jî.
Nêzîkatiyên ku serokatî û polîtîkayên avaker ên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên ku helwesta înkar û redkirina hinek navendên di nav dewletê de ya li hemberî Kurdan bi dawî kirine piştguh dikin, qadeke din a sabotaja fikrî ye.
Nabe ti carî bê jibîrkirin ku qonaxa ku em gihiştinê, xwe dispêre serokatiya mezin a Serokkomar Erdogan û polîtîkayên avaker ên ku wî di hemû serdemên xwe yên birêvebiriyê de di her qadê de pêk anîne û divê ev rastî her tim li ber çavan bê girtin.
Her wiha gelekî girîng e ku li hemberî sabotajên fikrî yên li dijî pêngavên Birêz Devlet Bahçelî yên ku ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an û vir ve bi awayekî ku asoyan diguherîne, bi şarezayî û bi wêrekiyeke mezin avêtine, helwestên zelal û tund bên nîşandan.
Girîng e ku mirov nêzîkatiyên pêdiviyên pêvajoya derbasbûnê û perspektîfa bipêşxistina demokrasiyê tevlihev neke. Helbet, pêvajoya derbasbûnê bi xwe jî ji bo berfirehkirina qada demokratîk xwedî roleke mezin e.
Her wiha, temamkirina pêvajoya derbasbûnê dê şert û mercên reformên berfireh ên ji bo bipêşxistin û bihêzkirina demokrasiyê hîn xurttir bike. Li şûna ku mijar bi vî rengî bê nirxandin, derxistina holê ya daxwazên ku bi pêvajoya derbasbûnê re li hev nakin û heta îdiayên ku ji bo Tirkiyeyê ti carî pêkanîna wan ne mumkin e û dikarin wekî "xefkên fikrî" bên binavkirin, dê bibe sabotajeke tam. Pêdiviyeke mecbûrî ye ku hemû hêmanên berpirsiyar ên di pêvajoya derbasbûnê de baldariya pêwîst nîşan bidin.
Qonaxên hiqûqa pêvajoya derbasbûnê
Di qonaxa ku em gihiştinê de, qonaxên berbiçav ên hiqûqa pêvajoya derbasbûnê hîn zelaltir bûne.
Wisa dixuye ku Komîsyon dê bi guhdarîkirina Îmraliyê re dawî li çalakiya xwe ya guhdarîkirinê bîne. Dê di demeke ne gelekî dirêj de rapora xwe ya derbarê hiqûqa pêvajoya derbasbûnê de amade bike.
Tê payîn ku di vê raporê de ji bo parlamentoyê û birêvebiriyê pêşniyarên mercî, mekanîzma û usûlan hebin derbarê piştrastkirina pratîkî ya ku terora sîstematîk bi hemû awayan bi dawî bûye.
Tê payîn ku di raporê de ji bo parlamentoyê û hikûmetê pêşniyar hebin. Armanca van pêşniyaran ew e ku diyar bikin ka dê çawa bi awayekî pratîkî were piştrastkirin ku terora sîstematîk bi temamî bi dawî bûye.
Wisa tê fêmkirin ku piştî pêşkêşkirina raporê ji Serokatiya Parlamentoyê re dê pêvajoya qanûnçêkirinê jî bê derengî dest pê bike.
Li aliyê din tê payîn ku Komîsyon, li gorî wesfa "demokrasiyê" ya di navê xwe de, bi nivîsandina raporekê derbarê nêzîkatiya bipêşxistina demokrasiyê de erkê xwe bi dawî bîne. Wekî ku berê hatibû gotin, Komîsyon dikare rapora bipêşxistina demokrasiyê ji rapora hiqûqa pêvajoya derbasbûnê cuda binivîse. An jî dikare raporeke yekane ya ku ji du beşan pêk tê, bi sernavên pêvajoya derbasbûnê û bihêzkirina demokrasiyê amade bike. Ev hemû bi temamî di bin biryar û daxwaza Komîsyonê de ne.
Dewlet û Kurd
Ji bilî van hemûyan, di Tirkiyeya îro de, di jîngeheke ku pêvajoya derbasbûnê bi gavên ewle ber bi armancê ve diçe, em careke din teqezî li ser pêwendiya dewlet û Kurdên wê bikin.
Li Tirkiyeyê di serdemên birêvebiriya Serokkomar Erdogan de, rojeva di navbera dewlet û Kurdan de ji "pirsgirêk"bûnê derket û gav bi gav veguherî "mijaran." Qonaxa ku em gihiştinê, dikare wekî qonaxeke nû bê pênasekirin ku tê de pêwendiya dewletê ya bi Kurdan re ne pirsgirêk lê mijar in.
Ev mijar bi awayekî sereke wiha dikarin bên rêzkirin:
Mijara sereke, ji holêrakirina temamî ya meylên cudaxwaz û yekbûna bêkêmasî ya hemû Kurdan bi dewletê re ye.
Wekî hemû hêmanên miletê Tirk (hemû komên gelê Tirkiyeyê, hemû beşên civaka Tirkiyeyê), girtina berpirsyariyeke tam a hemû Kurdan di rojeva bipêşketin, bipêşxistin û bihêzkirina demokrasiya Tirkiyeyê de, bi xurtî xwedîderketina li perspektîfa Tirkiyeyê û bê dudilî xwedîderketina li Tirkiyeyê dikare wekî rêgezeke bingehîn bê diyarkirin.
Di navbera berfirehiya Tirkî ya ku zimanê serwerî û yekîtiya neteweyî ye û azadiya Kurdî û zimanên din de ti lihevnekirinek nîne. Di vê çarçoveyê de, dê azadiya Kurdî bê bihêzkirin û mayîndekirin. Tevî nêzîkatiya avaker a dewletê ya derbarê azadiya Kurdî de, eger hinek pratîkên xerab hebin ku mirov bikare jê re bêje "ji rê derketin", ew dê ji holê bên rakirin.
Wekî ku em her tim teqez dikin, bêguman pirsgirêka me ya hiqûqî ya derbarê "welatîbûna wekhev" de nine lê misogerkirina serweriya hesta "wekheviya di navbera hemû welatiyên me de" di pratîkê de yek ji erkên herî girîng e.
Mijara jinûveavakirina birêvebiriyên xwecihî, ne tenê pêdiviya hinek parêzgeh û navçeyan e, belkî pêdiviya hemû parêzgeh û navçeyên Tirkiyeyê ye.
Reformeke birêvebiriyên xwecihî ku dê piştgiriya avaniya unîter bike, neçarî ye. Ev reform dê meclisên xwecihî di warê çavdêrî, pêşnûmeyên budceya xwecihî û avakirina bernameyên xizmet û hilberînê yên navçe û parêzgehan de bi desthilat bike. Her wiha dê berpirsyariya navendê di birêvebiriya xwecihî de zêde bike û nêzîkatiya "yek rêxistin, yek budce û yek birêvebirî" bi cih bîne.
Rastiya ku nabe îtiraz lê bê kirin ev e: Gihîştina armanca Tirkiyeya Bêteror, dê ji bo avêtina gavên bihêztir û mayîndetir di hemû mijarên reformên hiqûqî de derfetên hîn berfirehtir biafirîne.
Gotina dawî
Wekî ku berê jî hatibû teqezkirin, yek dewlet û yek milet, tekane rastiya Tirkiyeyê ye. Piştî qebûlkirin û xwedîderketina li vê rastiyê û tenê bi vî şertî, milet bi hemû hêmanên xwe yên jênaveqetî dê bigihîje hêza biryardana li ser paşeroja xwe.
Mijara me ya bingehîn a îro ew e ku gelê Tirkiyeyê bi hemû hêmanên xwe û bi yekîtî xwedî li mileta Tirk û Komara Tirkiyeyê derkeve, wê bi pêş bixe û bi hêz bike. Ev yekîtiya navxweyî û eniya navxweyî û derve ya ku Tirkiyeyê dê bi hêz bike, wekî ku Serokkomar Erdogan jî gotiye, dibe ku li herêmê yekbûna Tirk, Ereb û Kurdan a di vê sedsalê de bide destpêkirin û Tirkiyeyê di her warî de bike hêza diyarker a herêmê. Tiştê ku xuya dike ew e ku ev derfeta dîrokî ketiye pêvajoya pêkhatinê.