Tulay Hatîmogullari: Pêvajo bi dewletê re tê meşandin, ne bi hikûmetê re
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, "Ev pêvajoyeke aştî û çareseriyê ye ku bi dewletê re tê meşandin ne bi hikûmetê re.”
SYKP, EMEP, SODAP û DEM Partiyê li navçeya Defneyê ya Hatayê, bi navê "Demokrasî, Aştî û Paşeroja Herêma Me" panelek li dar xist.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di panelê de axivî.
"Em neçûna CHPyê wekî kêmasiyekê dibînin"
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser biryara Komîsyona Parlamentoyê ya çûna Îmraliyê û helwesta dijber a CHPyê rexne kir.
Hatîmogullariyê got, "Me dixwest ku Komîsyon bi yekdengî biryarê bide. Em neçûna CHPyê wekî kêmasiyekê dibînin û em hêvî dikin ku ew fikra xwe biguherînin.
Em di vê pêvajoyê de beşdariya hemû mixalefetê, bi taybetî jî ya CHPyê, gelekî girîng dibînin."
"Pêvajo bi dewletê re tê meşandin"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku nabe pêvajo ji bo hesabên hilbijartinê bê bikaranîn.
Hatîmogullariyê bersiv da fikarên ku dibêjin "AKP ji bo hilbijartinê vê pêvajoyê bi kar tîne" û wiha got:
"Ne gelê Kurd û ne jî DEM Partî dê birêveburiyeke otorîter bihêz bike tercîh nekin.
Ev pêvajo ne mijara tifaqeke siyasî ye; pêvajoyeke aştî û çareseriyê ye ku bi dewletê re tê meşandin.
Mixatab dewlet e lê meqamê pêkanînê hikûmet e. Ji ber vê yekê hevdîtin bi rêya hikûmetê dimeşin."
"Hevgirtina me li ser bingeha prensîban e"
Hatîmogullari diyar kir ku pêvajo xwedî nirxeke dîrokî ye û ji hesabên siyasî yên rojane mezintir e.
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser zextên ku berê li partiya wê hatine kirin û got ku ew dê ti carî qebûl nekin ku heman zext îro li ser CHPyê jî bên ferzkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, "Me wekî HDP û DEM Partiyê zextên hîn girantir dîtin.
Eger îro heman rêbaz li hemberî CHPyê bên bikaranîn, em dê bi dengê herî bilind li dijî wê yekê derkevin.
Hevgirtina me li ser bingeha prensîban e. Em li dijî qeyûman, desteserkirina îradeya gel û binpêkirina mafê hilbijartinê ne.”
“Ev pêvajo ji hilbijartinê mezintir e”
Hatîmogullariyê teqez kir ku nabe pêvajo bibe amûra hesabên hilbijartinê û wiha pê de çû:
"Ev pêvajo ji hilbijartinê mezintir e. Çareserkirina Pirsgirêka Kurd a 100 salî dê rê li ber têkoşîna kedê û mafên welatiyan veke.
Îro dema mamosteyek mafê xwe dixwaze, ‘wekî terorîst’ tê binavkirin.
Wekî ku Birêz Ocalan jî got, divê 'paranteza terorê' ji destê dewletê bê standin.
Ev pêvajo ew qasî dîrokî ye ku nabe bibe qurbana hesabên hilbijartinê. Divê hemû partî li ser maseyê bin."