Ji ber rewşa keşûhewayê 41 geştên li Stenbolê hatin betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) ragihand ku wan ji ber rewşa keşûhewayê 41 geştên xwe yên li Stenbolê betal kirine.

Saziya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan 41 geştên xwe yên çûn û hatinê yên li Stenbolê ku biryar bû roja Şemiyê bên kirin ji ber bandorên xirab ên keşûhewayê hilweşandine.

Saziya navborî diyar kir biryar di çarçoveya pêşniyar û hişyariyên Komîteya Rewşa Bilez a Meterolojiyê (Makdom) de wergirtine û ji geştyaran xwest ku li ser malpera wan a fermî li zanyariyên derbarê geştên xwe de binêrin.

Navenda Kordînasyona Karesatan (AKOM) a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo demjimêrên piştî nîvro yên roja Şemiyê li Stenbolê hişyariya ba û bahozeke bihêz dabû.